Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn 2024-05-13 10:27:02   MÊRDÎN - Di lêpirsîna Alî Velî yê ku piştî hatiye berdan derbarê wî de tu agahî nehatine stendin û dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê de biryara neşopandinê hate dayîn. Midûriyeta Polîsan diyar kir ku Velî di çarçoveya “vegera bi dildarî” de hatiye dersînorkirin.    Alî Velî (19) di 13’ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa L ya Erzînganê hate berdan û piştî berdanê ji Velî tu agahî nehatin girtin. Piştî demekî berdanê, dîmenên îşkenceyê yên Velî ji malbatê re hatin şandin û ev 62 roj in derbarê aqûbeta Velî de tu agahî nayên girtin. Dema ku Velî ji girtîgehê tê berdan cendirme wî dibin Navenda Paşve Şandinê (GGM). Di rê de Velî bi telefona cencirmeyan xwe digehîne malbata xwe û ji wan re dibêje ku wê wî bibin GGM’ê û piştre jî ew ê were dersînorkirin. Malbat qeydên dengê Velî li cem xwe qeyd dikin û ji wê rojê şûnde tu agahiyê ji Velî nagirin. Di 1’ê nîsanê de ji malbata Velî re dîmenên îşkenceyê yên Velî tên şandin. Bi ser vê yekê jî malbat serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dide. ÎHD’ê jî ji bo ku aqûbeta Velî were pirsîn û dîmenên îşkenceyê werin lêpirsînkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da.    BELGEYA ÎMZEKIRÎ NÎN E!   Dozger di lêpirsîna piştî serlêdanê hatiye destpêkirin de biryara “hewcehî bi tewqîfkirinê nîn e” da. Dozger di sedema biryara Alî Velî de îdia kir ku Velî li derveyî sînor e û anî ziman ku lêpirsîna îşkenceyê derveyî raye û qada cezakirina Serdozgeriya Komara Mêrdînê ye. Midûriyeta Polîsan di belgeyên xistine dosyeya Velî de got ku Velî di 13’ê adarê çarçoveya “vegera bi dildarî” de ji Dîlokê ber bi Sûriyeyê ve hatiye dersînorkirin. Di dosyeyê de nayê gotin bê ka Velî teslîmî kê kirine û balkêş e ku belgeya îmzekirî ya “vegera bi dildarî” xuya nake. Herwiha Girtîgeha Erzînganê destnîşan kir ku Velî di 12’ê nîsanê de hatiye berdan.    Parêzer Gulistan Dûran Altûntaş   QEY RADESTÎ HÊZÊN BIÇEK KIRIN?   Parêzer Gulistan Dûran Altûntaş destnîşan kir ku Velî ji bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo derbasî Ewropayê bibe hatiye Tirkiyeyê û hatiye girtin. Dûran diyar kir ku piştî dîmenên îşkenceyê agahî ji Velî nehatiye girtin. Dûran anî ziman ku dema Velî di girtîgehê de bû jî ji malbata xwe re gotiye ku gefê lê dixwin û got ku derbarê bavê Velî de agahî jê hatiye xwestin. Altûntaş axaftina xwe wiha domand: “Alî Velî dema ku di girtîgehekî li Tirkiyeyê de bû hate berdan. Di dosteya wî de belgeyekî ku bi dildarî vegerê qebûl kiriye nîn e. Em difikirin ku derveyî xwestina wî ew dersînor kirine. Li gorî me kesên ne dûrî dewletê ne, dema ku ew di girtîgehê de bû hatine serdana wî û hinek tiştan lê ferz kirine. Ji Velî dixwazin ku ew cihê malbata xwe parve bike nexwe gefa neberdanê lê dixwin. Dema tê berdan jî ev yek tê jiyîn. Cihê ku Alî Velî jê hatiye berdan jî di bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên girêdayî Tirkiyeyê de ye. Li gorî bersiva hatiye dayîn Velî hatiye dersînorkirin. Gumanên me hene ku Alî Velî rasterast radestî hêzên çekdarî hatiye kirin.”    ‘DIVÊ WEZÎRÊ EDALETÊ BERSIVÊ BIDE’   Dûran da zanîn ku ew ji jiyana Alî Velî guman dikin û got ku Wezareta Edaletê divê aqûbeta Alî Velî aşkere bike û wiha pê de çû: “Alî Velî radestê kê kirin? Di Girtîgehê de kê û kê bi ser navê kê serdana Alî Velî kirin? Kesên di girtîgehê de serdana Alî Velî kirine û kesên ku îşkenceyê li Alî Velî kirine heman daxwazê dikin. Gelo kesên di bin kontrola dewletê de serdana Alî Velî kirine û işkence lê kirine heman kes in? Alî Velî ku di bin kontrola Tirkiyeyê de bû çawa ket nav destê îşkencekaran? Wezareta Edaletê neçarê bersivandin van pirsan e. Neçar in ku aqûbeta Alî Velî aşkera bikin.”   MA / Ahmet Kanbal