Înfaza girtiya siyasî Başligê hate şewitandin 2024-05-13 09:24:16   ŞIRNEX - Înfaza girtiya siyasî Ayfer Başlig ku cezayê lê hatiye birîn dê di Sibata 2025'an de xelas bibe, bi hinceta ku beşdarî greva birçîbûnê bûye hat şewitandin.   Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê tecrîdkirin, zext, êriş û gef her ku diçe zêde dibin. Înfaza girtiyên siyasî yên ku cezayê li wan hatiye birîn xelas dikin jî bi hincetên bê bingeh tê şewitandin. Yek ji van girtiyan jî girtiya bi navê Ayfer Başlig ku niha li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê tê ragirtine. Başlig di sala 2016'an de di qedexeya derketina derve ya navçeya Silopiya ya Şirnexê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hate girtin û 9 sal cezayê girtigehê lê hate birîn. Înfaza Başlig a ku dihat payîn ku cezayê lê hatiye birîn dê di Sibata 2025'an de xelas bibe û ji girtîgehê derkeve, ji aliyê girtîgehê ve bi hinceta beşdarî "greva birçîbûnê bûye" hat şewitandin û cezayê wê hat dirêjkirin. Dayika Başligê, Zekiye Başlig bertek nîşanî vê biryara girtîgehê da.    Dayika Başligê, Zekiye Başlig   'EM LI BENDA AGAHIYEKÎ NE'    Dayik Başlig, bi lêv kir ku ew li benda agahiyeke ku ji girtîgehê bê ne û wiha axivî: "Keça min di qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de hate girtin. Ewilî li girtîgeha Şirnexê dihat ragirtin. Pişt re birin Erziromê û ji wir jî birin Baybûrtê. Nexweşiya guatirê û tansiyonê pê re heye. Dermanên wê jî carna didin û carna jî nadinê. Ji ber ku ketibû greva birçîbûnê cezayê disîplînê jê re birîn û infaza wê şewitandin û cezayê wê yê girtîgehê hate zêde kirin. Piştî ku ev çalakiya boykotkirina hevdîtinan û telefonê hatiye destpêkirin heta niha ti agahî jê nastînin. Em jî li benda agahiyeke ku ji girtigehê were ne."   'DI QANÛNÊN TI DEWLETAN DE EV TIŞT NÎNE'   Başlig, bertek nîşanî şewitandina infaza keça xwe da û got ku ev tiştê ku tê kirin nayê qebûlkirin û wiha got: "Şewitandina înfaza keça min neheqiye û em qebûl nakin û wan şermezar dikin. Ma van mirovan çi kiriye? Çima her carê neheqiyê li me dikin? Em dixwazin ku zarokên me berdin. Em aşitiyê dixwazin. Şewitandina infaza girtiyan bi keyfî ye. Di hiqûqê de û wijdanê de ev tişt nayê qebûlkirin. Herkesekê ku cezayê xwe xelas dike tê berdan. Di qanûnên ti dewletan de ev tişt nine. Çima vê zilmê dikin bila dawî li vê zilm û zordestiyê bikin. Şert û mercên girtîgehê jî her ku diçe giran dikin. Ji ber wê jî niha zarokên me di çalakiyê de ne. Bila daxwazên wan guhdar bikin û pêk bînin. Bila gelê kurd hemû rabin ser piyan û xwedî li vê çalakiyê derbikevin. Em li malen xwe dixwin û dirazin. Lê girtî di bin van şert û mercên herî giran de li ber xwe didin. Divê ku wijdana me vê yekê qebûl neke û li dijî vê derbikeve."   MA / Zeynep Dûrgût