Dadgehên Cezayê yên nû: ÎGK 2024-05-13 09:05:18 STENBOL - Parêzer Destûna Yildiz, diyar kir ku Lijneyên Çavdêriyê û Îdarî (ÎGK) xwe dixin şûna dadgehan û li şûna dadgehan der barê girtiyan de ceza dibirin û wiha got: "Endamên lijneyê ji kesên ku cezayê dîsîplînê li girtiyan dibirin û girtiyan di lêgerîna tazî re derbas dikin, pêk tên. Ev bêtir mafan binpê dikin."  Wezareta Dadê di sala çileya 2021'an de "Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Rêziknameya Der Barê Nirxandina Hikûmxwaran" xist meriyetê. Piştî ev rêzikname xistin meriyetê Lijneyên Çavdêrî û Îdarî (ÎGK) ava kirin. Endamên Lijneya Çavdêrî û Îdari ji dozgerên girtîgehê, midûrê girtîgehê, memûrê îdarî, tabîbê girtîgehê, psikiyatrist, psikolog û serwisa alîkariya psiko-sosyal, mamoste û sergardiyan pêk tê. Lijne dema ceza dide der barê girtiyên ku cezayên wan teqez bûne de raporên "Halê baş" heye an tune amade dikin.Li gorî raporên amade dikin, biryara girtî berdin an bernedin didin.    Piştî ev LÇÎ hatin avakirin, gelek girtî li gel cezayê wan qediya jî, dîsa cezayên girtiyan 3 meh. 6 meh an jî salek dirêj kirin û gelek caran ev dubare kirin. Heyeta ÎGK bi hincetên "Ceyran û av zêde xerç kiriye", "Derneketina lijneyê", "Poşman nebûye", "ji pirtûkxaneyê pirtûk negirtine", "Li derî daye" her carê 3 meh 3 meh, an jî 6 meh 6 meh cezayên girtiyan zêde kirine û gelek girtî piştî 1-2 sal şûnde hatine berdan.    Li gorî rapor û daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera salên 2021 û  2023'an de herî kêm 384 girtî bi hinceta "Halê baş tune" cezayên wan ji aliyê LÇÎ'yê ve hatine dirêjkirin. Rêxistinên hiqûqê vê rewşê wekî dubare cezakirina girtiyan pênase dikin.    Parêzer Destûna Yildiz   Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Prz. Destina Yildiz, biryarên ÎGK ku der barê girtiyan de didin nirxand.    'XWE DIXIN ŞUNA DADGEHAN'   Parêzer Destûna Yildiz destnîşan kir ku piştî ÎGK hatin avakirin, bi taybetî ceza li girtiyên ku cezayê muebeta giran xwarine birîn û wiha got: "Bi taybetî ji bo girtiyên ku cezayê muebeta giran xwarine ceza li wan dibirin û berdana wan asteng dikin. Lê li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) girtiyên ku cezayê muebeta giran xwarine jî mafê wan ê heviyê heye. Divê van girtiyan piştî demekê wan derxin lijneyê û 'Halê baş' bidin girtiyan û wan serbest berdin. Lê mixabin ev li Tirkiyeyê li dijî pêşniyara DMME'ê girtiyan bêtir ciza dikin. Ev lijne bi temamî berdana girtiyan asteng dikin û li pêş berdana girtiyan dibin asteng. Piştî biryara dadgehê careke din xwe dixin şûna dadgehê û vê carê ew cezayekî din li girtiyan dibirin."    ‘TU ALIYE HIQUQÎ YE BIRYARAN TUNE YE   Prz. Yildiz, da zanîn ku tu aliyê van biryaran ê hiqûqî tune û bi temamî ÎGK bi keyfî van biryaran dide û wiha dirêj kir: "Ev Lijne biryaren polîtîk didin. Tu hincetên hiqûqî yên van biryaran tune ye. Girtî dernakevin pêş lijneyê. Bi piranî girtî derdikevin derûnînas û civaknasekî. Hin pirsan ji girtiyan dikin û li gorî wê biryarê didin. Li vir bi piranî poşmaniyê li girtiyan ferz dikin. Mînak dibêjin 'Roj' ji bo we tê çi wateyê?' 'Hûn Abdullah Ocalan çawa dibînin' û hwd dipirsin. Ji ber vê yekê biryarên lijneyê keyfî ne. Ne hiqûqî ne."    DIVE LIJNE JI KESEN SERBIXWE PÊK BE   Yildiz, bibîr xist ku divê lijne ji kesên serbixwe pêk bê û wiha bi dawî kir: "Kesên ku di nava lijneyê de cih digirin, divê ne kesên ku cezayê disiplînê didin girtiyan û girtiyan işkence dikin bin. Divê kesên serbixwe û adîl bin. Divê biryarên serbixwe bidin. Lê ev kesên ji dozger, gardiyan, derûnînasê girtîgehê û bijîşkên girtîgehê pêk tên nikarin biryarên bêalî bidin. Biryarên keyfî û bi alî didin. Ev lijne dubare girtiyan ceza dikin û gelek mafên girtiyan binpê dikin. Azadiya girtiyan bi sînor dikin. Li şûna rê li pêşiya binpêkirina mafan bigirin, bêtir mafên girtiyan binpê dikin."