OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide 2024-05-13 09:01:29 STENBOL - Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Îshak Demîrek, diyar kir ku xwe amade dikin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bidin û wiha got: “Em li bendê ne ku hemû saziyên hiqûqê yên demokratîk û raya giştî di vê mijarê de di nava hestiyariyê de bin.  Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, 38 meh in agahî nayê girtin. Li dijî “agahînegirtina mutleq” a li Îmraliyê rêxistinên hiqûqî, baro û parazvanên mafên mirovan gelek caran serî li Wezareta Dadê dan. Lê ne êrênî ne neyînî bersivek ji van serlêdanan re nehate dayîn. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 7’ê kanûna 2023’yan de serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dabûn. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ji serlêdanê re bersiva “tecrîd nîne” da.    Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Îshak Demîrel ê di nav hezar û 330 parêzerên ku di 22’yê çileya 2023’yan de ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dabûn de bû, derbarê bersiva wezaretê û hewldanên xwe de axivî.    Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Îshak Demîrek   SERLÊDAN BÊ BERSIV HATIN HIŞTIN   Demîrel, diyar kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê bikûrkirinê didome û anî ziman ku ji bo rewşa “agahînegirtina mûtleq” a heyî ji holê bên rakirin ketina nava gelek hewldanan. Demîrel serlêdana ku hezar û 330 parêzerên ji 35 baroyan di 22’yê çileya 2023’yan de kirin bi bîr xist û anî ziman ku têkildarî bersivê ji Wezareta Dadê erênî an neyînî tu bersiv newergirtin. Demîrel, qala bersiva Wezaretê ya “tecrîd nîne, ji mafên xwe sûdê werdigirin” kir, bal kişand ku bersiva hatiye dayîn binakok e û li dijî rastiyê ye.  Demîrel diyar kir ku tevî serlêdana parlamenteran têkildarî pêvajoya ji sala 1999’an û taybetî piştî 2011’an dest pê kirî bû, wezaretê tenê derbarê sala 2023’yan de bersiv daye.    NAKOKIYÊN DI BERSIVA WEZARETÊ DE    Demîrel, bi gotinên : “Di bersiva hatiye dayîn de dibêje ku li Girava Îmraliyê tecrîd nîne, hikumxwarî ji mafên xwe sûdê digirin lê dema em nivîsê lêkolîn dikin bêyî ku em bikevin beşa wê ya hiqûqî nakokî di nav de hene. Di rûpelên ewil ên nivîsê de her çiqas mafên hikumxwariyan li gorî qanûnê hatibin bi bîr xistin jî tê diyarkirin ku ji ber cezayên dîsiplînê ev mafên wan hatine sînorkirin û hevdîtin nayên kirin. Xisûsa ku bi taybetî di nivîsê de balê dikişîne ew e ku; tê gotin ku di nava sala 2023’yan de cezayekî dîsiplînê yê ku hevdîtina bi parêzeran re qedexe bike nîne. Lê li gorî agahiyên me ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi dest xistine, di nava sala 2023’yan de heta di sala 2024 û beriya wê, di sala 2022’yan de ji bo hevdîtina bi parêzeran re gelek caran serlêdan hatine kirin lê ji van serlêdanan re ne bersivek tê dayîn ne jî bi birêz Ocalan re ne jî bi hikumxwariyên din re tu hevdîtin nayên kirin” bal kişand ser nakokiyan.    CEZAYÊN DÎSIPLÎNÊ QILIF IN   Demîrel, qala cezayên dîsiplînê yên di bersivê de cih digirin jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wezaretê di nivîsê de diyar kiriye ku têkildarî hevdîtina bi malbatê re û axaftina bi telefonê re 3 heb cezayên dîsiplînê hene û ji ber van cezayên dîsiplînê ji mafên xwe sûdê nagirtin lê ev cezayên dîsiplînê ne teblîxî parêzerên wan tên kirin ne jî mafê îtîrazê didin wan. Her wiha cezayekî dîsiplînê ku di dawiya sala 2023’yan hatiye dayîn vedişêrin jî heye. Ev di nivîsa xwe ya bersivê de diyar nekirine. Her wiha piştî ev bersiv li rayagiştî belav bû parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê piştî demekî kurt diyar kir ku cezayekî din ê dîsiplînê heye. Ev cezayên dîsiplînê jî meseleya li gor qilifê wê çêkirine. Ji ber ku ev cezayên dîsîplînê yên em li girtîgehên din dibînin, bi temamî cezayên dîsîplînê yên tên çapkirinin. Behsa cezayên dîsiplînê yên Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê didin dikin. Lê em dizanin ku ev lijne bi çi awayî biryaran dide û ji avadaniyeke çawa pêk tê. Bi hincetên çêkirî yên ku girtî kêm pirtûkan dixwînin, ji avê û ceyranê teserûf nakin û ji pirtûkxaneyê pirtûkan nagirin ên tu bingeheke wan a hiqûqî nîne cezayên dîsiplînê tên dayîn. Ji ber piştî bersiva Wezareta Dadê hate diyarkirin ku cezayekî nû yê dîsiplînê heye jî dide nîşandan ku tecrîd didome.”   MEKANÎZMAYA NAVNETEWÎ NAYÊ XEBITANDIN   Demîrel, bi lêv kir ku hem OHD hem jî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîdê û bêhiqûqiyên din raporên şênber pêşkeşî saziyên navnetewî kirine û wiha lê zêde kir: “Bi bultena ku her 2 hefteyan carekê tê weşandin re, Navenda Giştî ya OHD hem rewşa hiqûqî hem jî civakî-siyasî ya tecrîdê radixe pêş çavan. Ji bo noxteya bi dawîkirina tecrîdê ya ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve ji bo mekanîzmayên pêwîst bên xebitandin û bang li Tirkiyeyê bê kirin serî li DMME, NY û CPT’yê tê kirin. Lê mixabin di salên dawî de ji aliyê saziyên navnetewî ve mekanîzmaya ku tê hêvîkirin nayê xebitandin. Mînak; tevî ji CPT’ê û Wezareta Dadê re serlêdaneke me ya hemwext heye jî CPT’yê weke Wezareta Dadê nedît û tenê daxuyaniyek da. Raporekê naweşîne ka li wir serdanek kiriye yan na û eger wisa be, bi kê re kiriye, naveroka wê çiye û çi li ser hatiye nivîsandin. Wezareta Dadê ji vê yekê hêzê digire û heta ku rêyeke bi bandor pêş nekeve vê yekê didomîne.”   SERLÊDANA NÛ DÊ WERE KIRIN    Demîrel, da zanîn ku weke OHD’ê xwe amade dikin ku têkildarî Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em plan dikin ku hem ji bo hevdîtin were kirin hem jî ji bo bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike serlêdaneke nû bikin. Divê ev rewş bi OHD’ê re bisînor nemîne. Em li bendê ne ku hemû saziyên hiqûqê yên demokratîk û raya giştî di vê mijarê de bi hestiyar bin. Ji ber ku ev tecrîd ne rewşeke wiha ku tenê bandorê li me dike ye.”   MA / Îbrahîm Irmak