Xwebûn bi manşeta “Her dem kurdî” derket 2024-05-13 08:15:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 230’î ya Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Her dem kurdî” derket.    Rojnameya Xwebûnê di hejmara vê hefteyê de bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî manşeta “Her dem kurdî” avêt û bal kişand ser girîngiya parastina zimanê kurdî. Rojnameyê di surmanşetê de jî bi serenavê “Ganî rûmetê ziwanî bizêdîyo” bal kişand ser girîngiya ziman a di têkoşîna azadiyê de.    Rojnameyê di rûpela Jinê de jî bi serenavê “15’ê Gulanê hawara zimanê kurdî” cih da têkiliya di navbera ziman û jinê de. Nivîskar Xecê Şen di nivîsa xwe de cih dide rola jinê ya li ser ziman û wiha dibêje: “Di xeta Hawarê de gelek şopên mezin ên jinan tê xuya kirin. Ji dîroka mirovahiyê heta niha jinan gelekî berxwedanên pîroz û watedar bi pêş xistine. Ji wan qadên têkoşîna jinên kurd yek jî di qada ronakbirî û rewşenbîriyê de rist û berxwedêriya jinan e.