Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê didomin 2024-05-12 22:02:30   MÊRDÎN - Bernameya ku Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de amade kiribû bi pêşandana stand-up û aktîvîteya zarokan berdewam kir.    Aktîvîteyên ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ve di çarçoveya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî tên lidarxistin de dewam dikin. Gelek welatî beşdarî aktîvîteyên bi pêşandana stand-up’a kurdî û aktîvîteya zarokan berdewam kirin bûn.    Hunermend Mehmet Erbey di pêşandana stund-up a li Akademiya Hunerê ya li navçeya Artûklû pêk hat de cih girt. Erbey, bi nîşandana stand-up a kurdî dilê temaşevanan xweş kir.   Li navçeya Qoserê jî ji bo zarokan aktîvîteyeke hate lidarxistin. Di aktîvîteya li Parka Îbrahîm Ozmen hate lidarxistin de bi zarokan re aktîvîteya boyaxkirina rû hate lidarxistin û xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê jî bi erbaneyan reng da aktîvîteyê.    Aktîvîteyên li navenda Mêrdîn û navçeyên wan dê heta 15’ê mehê berdewam bikin.