Cenazeyê Soydan li Geverê hate veşartin 2024-05-12 21:31:18   COLEMÊRG - Cenazeyê girtî Rêber Soydan ê bi awayekî biguman li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Wanê jiyana xwe ji dest da, bi tevlibûna bi sedan kesan li bajarê xwe Geverê hate veşartin.    Cenazeyê girtiyê siyasî Rêber Soydan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, piştî rapora otopsiyê ya li Nexweşxaneya Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê radestî malbata wî hate kirin. Malbatê cenazeyê kurê xwe wergirt û ji bo definkirinê ber bi navçeya Geverê ya Colemêrgê ve ketin rê. Cenazeyê Soydan heta gihişt Gever’a ku jê dayik bû, li gelek noxteyên leşker û polîsan hate sekinandin. Tevî hemû astengiyan cenaze bi tevlibûna malbat, endamên Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Geverê, endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê û bi sedan kesan hate veşartin.    NEHIŞTIN CENAZE LI MIZGEFT Û NEXWEŞXANEYÊ WERE ŞÛŞTIN    Beriya veşartinê wesayîta cenazeyî li xaçerêya Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hate dorpêçkirin. Polîsan destûr neda ku cenaze li nexweşxaneyê û mizgeftê were şûştin. Malbatê jî li ser astengkirinê cenaze li malê şûşt.     Cenaze piştî bicihanîna wecîbeyên olî li Goristana Asrî ya Bajêrgehê hate bi tevlibûna sedan kesan hate veşartin. Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez ê piştî veşartina cenazeyî axivî, ji gel sersaxî xwest û da zanîn ku dê şîn li mala malbatê were danîn.