Cenazeyê Soydan dibin Geverê 2024-05-12 16:45:32   WAN - Girtiyê siyasî Rêber Soydan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, ji bo definkirinê ber bi Geverê ve birin.    Cenazeyê girtiyê siyasî Rêber Soydan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, piştî rapora otopsiyê ya li Nexweşxaneya Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê radestî malbata wî hate kirin. Malbatê cenazeyê kurê xwe wergirt û ji bo definkirinê ber bi navçeya Geverê ya Colemêrgê ve ketin rê.