Li girtîgehê mirineke biguman 2024-05-12 10:47:47 WAN - Girtiyê bi navê Rêber Soydan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê di hucreya yekkesî de dihat ragirtin, bi awayekî guman jiyana xwe ji det da.  Girtiyê bi navê Rêber Soydan ê 20 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê di hucreyeke yekkesî de dihat ragirtin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Soydan întîhar kiriye. Rayedarên girtîgehê di sasetên serê sibehê de li bavê Soydan, Mehmet Soydan geriyan û îdia kirin ku kurê wî di hucreyê de xwe daliqandiye û xwe kuştiye. Cenazeyê Soydan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.    Hat zanîn ku Rêber Soydan 2 sal berê hatibû girtin. Hat diyarkirin ku Soydan bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” dihat darizandin. Ji ber vê îdiayê cezayê muebbeta giran û bi îdiaya çalakiyên girêdayî vê îdiayê bi giştî 53 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn.