Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin 2024-05-12 08:54:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 19 bajaran hişyariya barîna barana zêde kir.  Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di rapora xwe ya rewşa hewayî ya 12’ê gulanê de ji bo 19 bajaran hişyariya barîna barana zêde kir. Hişyarî bi koda zer hate kirin û hat gotin ku tê payîn li Edene, Agirî, Antalya, Burdur, Erzîngan, Erzirom, Colemêrg, Hatay, Isparta, Mêrsîn, Qers, Kayserî, Konya, Mereş, Nîgde, Wan, Karaman, Erdexan û Osmaniyeyê barîneke zêde bibare. Hat gotin ku dê li Edîrne, Stenbol, Kirklarelî, Afyonkarahîsar, Denîzlî, Uşak, Edene, Antalya, Burdur, Hatay, Enqere, Konya, Yozgat, Bolu, Amasya, Samsun, Tokat, Trabzon, Erzirum, Qers, Meletî, Wan, Amed, Dîlok, Sêrt û Rihayê jî barîneke zêde bibare û şevjeng vedin.