Di êrişa DEM Partiyê de birayê Begît hate binçavkirin 2024-05-08 13:22:56   RIHA-  Li Bêrecûkê di çarçoveya lêpirsîna piştî êrişa avahiyê DEM Partiyê ya navçeya Bêrecûkû pêk hatiye de, birayê Mehmet Begît ê piştî hilbijartinê ji DEM Partiyê îstîfa kiriye Halîl Begît hate binçavkirin.    Duh bi şev li dijî avahiyê navçeya Bêrecûkê ya Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) êrişekî çekdarî hate kirin.  Di êrişa çekdarî ya saet derdorê 03.30’an pêk hatiye de 14 gule li avahiyê DEM Partiyê yê li ser Cadeya Abdulkadir Erdîl a Taxa Meydanê ya ketin. Birayê Hevşaredarê Bêrecûkê Mehmet Begît ê piştî hilbijartinê ji DEM Partiyê îstîfa kiriye Halîl Begît, di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de hate binçavkirin.    Hat zanîn ku du bi şev birayê Begît, Halîl Begît bi riya WhatssApê gef li rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê xwariye. Rêveberên DEM Partiyê Halîl Begît gilî kirin.