Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû 2024-05-05 22:55:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di êrişa li dijî gundekî bakurê Minbicê de zarokekî 11 salî birîndar bû.    Hêzên girêdayî dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî gundên Tinib û Merenaz ên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di encama bombebarana li dijî gundê Tinib ê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê de malên welatiyan zirar dîtin.    Di heman demê de êrişî gundê Merenaz ê navçeya Şera jî hate kirin.     ZAROKEK BIRÎNDAR BÛ   Li aliyê din di encama êrişa li dijî gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê jî zarokek birîndar bû. Hate diyarkirin ku zarokê birîndar bûye Hesen El Bekar ê 11 salî ye.     ÊRIŞ DIDOMIN    Li gorî nûçeya ANHA’yê êrişên li dijî gundên Ewn Dadat, Um Edese û Cerad bi çekên giran didomin.