Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da 2024-05-05 19:19:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir a Kenyayê aşkere kir ku hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 228’an. Li Brezîlyayê jî 66 kesan di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan.    Bîlançoya rabûna lehiya ji ber barana zêde ya li Kenyayê giran dibe. Wezareta Karên Navxweyî ya Kenyayê daxuyanî da û diyar kir ku hejmara mirovên di lehiyên ji ber barana zêde ya ji meha adarê û vir ve dewam dike de jiyana xwe ji dest dane derketiye 228 kesan.    212 HEZAR Û 630 KES JI CIHÊ XWE BÛN    Wezaretê di daxuyaniyê de ragihand ku li herêmên nizm, li deverên kêleka çem û jîngehan rîska rabûna lehiyê zêde ye. Wezaretê hişyar kir ku dibe li quntarên asê û newalan hezaz çêbe û da zanîn ku ji ber şertên hewayê yên neyînî 164 kes birîndar bûne û 212 hezar û 630 kes ji cihên xwe bûne.    LI BREZÎLYAYÊ 66 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN    Teşkîlata Parastina Sivîl a Brezîlyayê jî ragihand ku piştî barîna zêde li başûrê welat ê karesata lehiyê lê çêbû herî kêm 66 kesan jiyana xwe ji dest dane û 101 kes jî winda ne.     Li eyaleta Rio Grande do Sûl zêdetirî 80 hezaran ji xaniyên xwe bûn û 15 hezar kes li stargehên ji aliyê rayedarên eyalatê ve hatine danîn bi cih bûn. Waliyê Eyaletê Eduardo Leite diyar kir ku rewşeke “dramatîk” û “tu caran nehatiye dîtin” pêk hatiye. Rayedaran ferman dan ku hin herêmên metropola Porto Alegre ku nifûsa wê nêzê milyonek û 400 hezaran e û li cihekî ku çend çem digihin hev e, bên valakirin.