Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin 2024-05-05 15:57:26   AMED - Li Dêra Protestan a li navçeya Sûrê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin.    Li Dêra Protestan a li navçeya Sûrê ya Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin. Cîgirê Pastorê Dêrê Omer Baysal ji Incîlê mattayên bi kurdî û tirkî xwend û piştre pîrozbahî dest pê kir.    Piştre jî îlahî hatin gotin. Zarokan jî lîstika şanoyê pêşkeş kirin û îlahî xwendin. Pastorê Dêrê Îlyas Uyar jî ji bo cemaetê weaz xwend.    Pîrozbahî bi îlahiya “Xweşî bi we re be” bi dawî bû. Cemaeta dêrê cejn bi hevxistina hêkan û xwarina kadeyan pîroz kir.    Cejna Paskalyayê ya li Dêra Dayika Meryem a li navçeya Sûrê jî bi ayînekê hate pîrozkirin.