Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin 2024-05-05 10:55:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter gundên Şêrawa ya Efrînê û herêma Şehbayê topbarankirin.    Artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter gundên Soxanekê û Aqîbe yên navçeya Şêrawa ya Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kirin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; gundê Deqaq ê herêma Şehbayê jî bi awayekî hemwext hate bombebarankirin.    Têkildarî encamên bombebaranê tu agahî nehatin bidestxistin.