Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin 2024-05-04 08:15:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Licikê ku kareseta madenê lê pêk hatibû cenazeyê 2 karkerên din jî hatin dîtin.    Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Alparslan Bayraktar ragihand ku cenazeyê ji 9 karkerên ku piştî hezaza li qada madenê ya navçeya Licik a Erzînganê pêk hatibû di bin axê de mabûn 2 ji wan hatin dîtin.    Hate diyarkirin ku cenaze aydê karkerên bi navê Ramazan Çîmen û Kenan Oz in.    Di hezaza ku 13’ê sibatê li qada madena zêr a li navçeya Licikê pêk hatibû de 9 kes winda bûbûn. Di 5’ê nîsanê û 19’ê nîsanê de cenazeyê 2 karkeran hatibû dîtin.