Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin 2024-05-02 09:38:03   WAN - Karker û kedkarên tev li mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê bûn anîn ziman ku ew li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê daketine qadan û li dijî bûdçeya ji bo şer tê xerckirin banga têkoşîna hevpar kirin.    Ji ber polîtîkayên şer ên îktîdara AKP-MHP’ê ferz dike, krîza aborî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê roj bi roj girantir dibe, gel û kedkar êdî nema dikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêşwazî bikin. Karker û kedkarên tev li mitînga herêmê ya 1’ê Gulanê ya Wanê bûn, diyar kirin ku bûdçe ne ji bo gel lê ji bo şer tê xerckirin û xwestin her kes li dijî vê dengê xwe bilind bike.    ‘TEKANE ÇARESERÎ ÎMRALI YE’   Ji welatiyan Ayten Sargul anî ziman ku tekane rêya çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê Îmrali ye û wiha got: “Krîza aborî ya heyî bandorê li her kesî dike. Em bang li îktîdarê dikin ku dawî li van polîtîkayên xwe bîne. Ji ber ku em nikarin debara xwe bikin. Ji bo vê jî divê şerê li dijî gelê kurd ê bi sala ye tê domandin bi dawî bikin. Dema ev pirsgirêka çareser kirin dê her tişt li welêt pir baştir bibe. Divê tavilê deriyên zindanan bên vekirin û girtiyên di tecrîdê de bên berdan. Ya herî girîng jî divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û hevdîtin pê re bên kirin.”    ‘BILA POLÎTÎKAYÊN ŞER ÊN LI KURDISTANÊ BI DAWÎ BIBIN’    Mûrat Balikesîr jî da zanîn ku ji bo polîtîkayên şer ên bi sala ye li Kurdistanê di meriyetê de bi dawî bibin li qadê ye û wiha dom kir: “Weke kedkar û karkerek em xwedî li tişta aydê xwe derdikevin. Tekane daxwaza me ew e ku tişta em heq dikin wergirin û bi awayekî herî baş bijîn. Heta pergala em dixwazin ava dikin em ê li qadan bin û têbikoşin. Em dixwazin zexta li ser kesên xwedî kar û keda xwe derdikevin û şerê li ser xaka me bi dawî bibin. Bi taybet jî em dixwazin polîtîkayên şerê taybet ên bi sala ye li ser xaka Kurdistanê tên meşandin bi dawî bibin. Em îro ji bo şer û ev polîtîkayên qirêjî bi dawî bibin li qadan e.”    ‘BÛDÇEYA WELAT JI BO ŞER TÊ XERCKIRIN’   Têkildarî mijarê Hasan Duman jî diyar kir ku tevahiya bûdçeya welêt ji bo şer tê xerckirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ked pîroz e û tevahiya kedê encama têkoşînên domdar e. Ev bi sala ye em ji bo ji kedxwariyê re bibêjin ‘bisekine’ li qadan e û mafê xwe diparêzin. Mafên kedkaran bi rêya şerên ji hêla serdestan ve tên meşandin tên xespkirin. Em êdî cîhan û welatekî bêkedxwarî û şer dixwazin. Em cîhan û welatekî li gel aştiyê dixwazin. Em ji tevahiya şerên li welat û herêma me re dibêjin ‘na.’ Bi vê daxwazê li qadan e. Ji bo bûdçeya welat ji bo şer, tank, top û tifingan neyê xerckirin em li qadan e. Bila bûdçeya ji bo şer tê veqetandin pêşkeşî xizmeta gel bê kirin.”    LI DIJÎ KRÎZÊ DAXWAZA SERERASTKIRINÊ   Mehtap Işik jî ji ewil 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz kir û wiha pê de çû: “Divê gel li dijî krîza aborî, mirinên karkeran ên di demên dawî de û derhiqûqiyên heyî nerazîbûna xwe zêde bikin û dakevin qadan. Ji bo mirina karkeran bi dawî bibin û mafên kedkaran em ê her tim li qadan bin. Ji ber krîza aboriyê ya dawî, beşeke mezin a gel jê bibandor dibe. Piraniya gel nikare debara xwe bike. Di esasê xwe de aboriya Tirkiyeyê têk diçe. Pêdiviyên sereke yên weke xwarin û vexwarinê nikarin pêşwazî bikin. Ji bo vê jî divê qanûnên girîng bên derxistin, mafên karker û kedkaran bên dayîn, karsaz jî dev ji mobbîng û kedxwariya li dijî karkeran berdin. Her wiha ji bo krîza aborî divê sererastkirinên zêdek bên kirin.”    ‘EM CÎHANEKE BÊŞER Û BÊKEDXWARÎ DIXWAZIN’    Sema Aktaş jî anî ziman ku daketina wan a qadan pir girîng e û wiha derbirî: “1’ê Gulanê ji bo jinan pir girîng e. Ji ber ku divê em keda xwe vebêjin, daxwaza heqdestê wekhev û di hemû qadên jiyanê de cih bigirn. Ev yek girîng e.”    Serdar Îşçe jî bi lê vv kir ku li dijî şer divê her kes bi hev re tevbigere û axaftina xwe wiha qedand: “Bi sala ye kedkar li dijî pergalê û îktîdarê li ber xwe dide û xwedî li keda xwe derdikeve. Em êdî welat û cîhaneke bêşer û bêkedxwarî dixwazin.”