Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e 2024-05-01 12:38:38   STENBOL - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku ji bo bimeşe Taksîmê hate Saraçhaneyê, got ku ji bo têkoşîna kedkar, xizan û karkerên Tirkiyeyê li ser bingeheke hevpar bikin yek dê bixebitin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan tevî rêveberên partiyê û partiyiyan ji bo bimeşin Taksîmê hatin Saraçhaneyê. Bakirhan li vir axivî û banga têkoşîna hevpar li hemû komên civakî kir.    Bakirhan, ev tişt anî ziman: “Îro 1’ê Gulanê ye. Em Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz dikin. Weke DEM Partiyê bi alîgirên xwe, bi girseya xwe, bi kedkar û xizanên kurd li gel çîna karker a Tirkiyeyê ji bo piştevaniya bi kedkarên Tirkiyeyê re li vê derê ne. Em baş dizanin ku heke em bikaribin bi rêya yekitî û têkoşîna karkeran, têkoşîna demokrasî û azadiyê bînin gel hev dê bikarin bingeheke xurt a têkoşînê ava bikin.    TÊKOŞÎNA LI SER BINGEHA HEVPAR   Em ê wê demê bikarin xizanî, nelirêtî û zilma li ser kedkaran bi dawî bikin. Ji bo têkoşîna mafan a gelê kurd û têkoşîna kedkar, xizan û karkerên Tirkiyeyê li ser bingeheke hevpar bikin yek em ê di rojên pê de têkoşîna xwe mezintir bikin.    BAL KIŞAND SER PIŞTEVANIYÊ   Heke em bikarin karker, kedkar, kurd, elewî, ciwan û jinan li ser bingeheke xurt ê têkoşînê bînin gel hev, wê demê em ê bikarin xizanî û zilma heyî bi dawî bikin. Ez careke din bi vê wesîleyê roja kedkarên tirk, kurd, ereb, ermenên hatine Taksîmê pîroz dikim. Dê piştevaniya me bidome û têkoşîna me hevpar e.”