Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar 2024-04-30 09:03:00 STENBOL - Nûnerên saziyên çapemeniyê diyar kirin ku bi girtina rojnamegeran re hewl tê dayin ku rastî dernekeve holê û gotin ku ev êriş li hemû rojnamevanan hatiye kirin. Banga têkoşînê hat kirin.  Li Stenbol, Enqere û Rihayê di 23'yê Nîsanê de di serdegirtina malan de 9 rojnamevan hatibûn binçavkirin. Ji xebatkarên Çapemeniya Azad ên ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatin binçavkirin, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Nûçeyên rojnamevanan, hevdîtinên wan ên bi çavkabiyên nûçeyan re û parvekirinên wan ên li ser medyaya dijîtal wekî sedema girtinê hatin nîşandan. Bertekên li hemberî girtina rojnamevanan didomin.    Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemeniyê (DÎSK Basin-Îş) Turgut Dedeoglû diyar kir ku zextên li ser rojnamevanan bi awayekî sîstematîk pêk tên. Dedeoglû diyar kir ku rojnamevan ji ber nûçeyên xwe hatine girtin û got ku binçavkirin û girtinên li hemberî çapemeniya azad bêhiqûqî ne. Dedeoglû got: “Rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê bi awayekî keyfî tên girtin û di girtîgehê de tên girtin. Bi pênaseyên wekî 'propagandaya rêxistinê' girtina rojnamevanan tê wateya krîmînalîzekirina wan."    Dedeoglû bilêv kir ku êrişên desthilatê yên li ser Çapemeniya Azad zêde bûne û got ku ji ber ku rojnamevan binpêkirinên li bajarên kurdan eşkere dikin rastî êrişên bi vî rengî tên. Dedeoglû wiha domand: “Ji bo pêşî li ragihandina pirsgirêkên li bajarên kurdan bên girtin û ji bo ku rastî dernekevin holê, zextên li ser rojnamevanan zêde dibin. Dadgeh ji bo dirêjkirina dema girtinê îfadeyên îtîrafkaran esas digirin. Bi rastî, bêyî îfadeya îtîrafkaran, ew îdianame wê bibin belgeya tescîlkirina rojnamevaniyê. Êdî eşkere ye ku îdianame ji aliyê polîsan ve tên nivîsandin. Dirêjkirian dema girtinê veguheriye amûreke cezakirinê."    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Dedeoglû di berdewamiya axaftina xwe de bang li rojnamevanan û rêxistinên çapemeniyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo em zextên li ser hevpîşeyên xwe li her derê berbiçav bibin, peywireke girîng dikeve ser milê rêxistinên rojnamevanan. Wê mezinkirin û xurtkirina rojnamevanann bike ku beşdariya li danişînên rojnamevanan zêde bibe û dadgeh biryarên adiltir bibin."    ‘ROJNAMEVAN TÊN TERORÎZEKIRIN'   Hevdîrektorê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) Bariş Altintaş diyar kir ku bi binçavkirin û girtinan dixwazin Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Altintaş diyar kir ku ev êrişên li dijî Çapemeniya Azad ne hiqûqî ne û got ku ku rojnamevan bi vî awayî tên "terorîze"kirin.    Altintaş wiha got: “Rojnamevan bi sûcdariyên pir giran tên terorîzekirin. Di dema binçavkirin û girtinê de biryarên veşarî tên dayîn û axirê her tim tenê nûçeyên wan wekî delîl tên nîşandan. Di girtina û binçavkirinên dawî de jî xebatên wan ên rojnamevaniyê hatin pirsîn. weke dosyaya dawîn, lê di dawiyê de yekane delîl her tim xebatên wan ên nûçeyan e. li vir tenê çalakiyên nûçeyan hatin pirsîn."   Altintaş bang li hemû rêxistinên pîşeyî kir ku bi hişmendiya ku ev bêhiqûqîtî li her kesî hatiye kirin tevbigerin.