Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn 2024-04-28 19:43:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 2 welatî birîndar bûne û li zeviyan zerara madî çêbûye.    Êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Li gorî nûçeya ANHA’yê gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya girêdayî Kantona Efrîn-Şehbayê hate bombebarankirin. Di êrişê de ciwanê bi navê Îbrahîm Biro û Arîf Seîd (48) bi giranî birîndar bûn.    Hate diyarkirin ku her du welatî jî dema zeviya xwe ya nêzî gund av didan bûne hedefa êrişan. Birîndar, Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê.    Dîsa hate ragihandin ku gundê Şêx Îsa yê girêdayî navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê jî hedef hatiye girtin. Têkildarî bombebaranê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.     MINBIC    Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî diyar kir ku gundê Seyade yê rojavayê Minbicê bi çekên giran hatiye bombebarankirin. Hate ragihandin ku di encama bombebaranê de xesareke madî derketiye holê.