Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin 2024-04-28 13:42:54 AMED - Dêra Ermenan a Surp Gîragos, ayîna Cejna Paskalyayê ku ji ber hilbijartinan taloq kiribû, kir.  Li Dêra Ermenan a Surp Gîragos a li Sûr a Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin. Cemaeta Ermen ji ber ku Cejna Paskalyayê diket roja hilbijartinê ya 31’ê Adarê, ayîn taloq kiribû û îro li dar xist. Bi lêxistina zengilê dêrê re ayîn dest pê kir, dua hatin kirin, ji Incîlê beş hatin xwendin û îlahî hatin gotin. Piştî ayînê jî endamên cemaetê find vêxistin.    Hevşaredarên Sûrê Adnan Orhan û Fatma Gulan Onkol jî tev li ayînê bûn.