Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir 2024-04-28 10:28:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku li 19 bajaran bi giştî 147 kes hatine binçavkirin. Ji bo rojnamegerên kurd ên hatin binçavkirin jî mîna her serdemê dîsa tawanbariya “avadaniya çapemeniyê” kir.  Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya têkildarî binçavkirinên di hefteya dawî de li ser hesaba xwe ya X’ê agahî parve kir. Yerlîkaya got ku Semsûr, Agirî, Mêrdîn, Amed, Riha, Sêrt, Erzirom, Şirnex, Wan, Stenbol, Enqere, Aydin û Antalya jî di nav de li 19 bajaran bi giştî 147 kes hatine binçavkirin. Yerlîkaya got ku ev kes bi îdiayên “propagandaya rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê” û “alîkarîdayîna rêxistinê” hatine binçavkirin.   Yerlîkaya, xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine binçavkirin jî mîna her carê bi hinceta “avadaniya çapemeniya rêxistinê” tawanbar kir.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku di hemû operasyonên di salên dawî de li dijî Çapemeniya Azad hatine kirin de heman îdia hate kirin.    Di 23'yê nîsanê di encama serdegirtinên malan ên li Enqere, Stenbol û Rihayê de nûçegihanînên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan û Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û rojnameger Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş, Dogan Kaynak û Erdogan Alayamut hatibûn binçavkirin.    Rojnameger di 26'ê nîsanê de sewqî dadgehê hatin kirin û Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û Erdogan Alayumat hatin girtin. Rojnamegerên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.