Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin 2024-04-28 09:10:24 AMED - Li Amedê Parka Koşûyolûyê bûye navenda tiryak û fuhûşê. Welatiyan bal kişandin ku li ber parkê midûriyeta polîsan heye, lê dîsa jî tevdîr nayên girtin û bang kirin ku bi hev re li dijî tiryak û fuhûşê bitêkoşin.  Li gor rapora 23'yê Îlona 2023'yan a Baroya Amedê, temenê bikaranîna tiryakê daketiya 12 salan. Tê dîtin ku li park û kuçeyan bi awayekî eşkere tiryak tê bikaranîn û fuhûş tê kirin, lê dewlet xwe li nedîtinê datîne.    Li Parka Koşûyolûyê ku li semta Ofîsê ye û Midûriyeta Polîsan a Rezanê nêzî wê ye, di salên dawî de bûye navenda tiryak û fuhûşê. Welatiyên tên parkê ji ber tiryakê û fuhûşê diqiqlqilin. Parka ku biroj qelebalix e, êvarî hema bêje kes lê namîne.    Welatiyan xwestin ku çareyek ji vê re bê dîtin.    GEL BI FIKAR E   Berîvan Dogûş anî ziman ku ew tenê êvarî dikarin bên parkê û got: "Ez demeke berê bûm şahidê bazariya fuhûşekê. Ji ber vê ez nayêm vir. Em gava bi hevalên xwe û xizmên xwe re tên vir, em biroj tên. Havînê piştî saetekê em nikarin bên vir. Qaşo midûriyeta polîsan nêzî vir e, qereqol heye lê me bi navê ewlehiyê tiştek nedîtiye. Ez dixwazim tevdîr bên girtin."    'QEREQOL NÊZÎ WÊ YE...'   Fatma Dogûşê jî bilêv kir ku newêrin zarokên xwe bînin parkê û got: "Em dixwazin zarokên me bilîzin û kêfa wan bê. Lê em dibhîsin ku li vir tiryakê difiroşin zarokan. Em dibihîsin ku destdirêjî jî çêdibe. Em piştî pêncê êvarî nayên vir. Em dixwazin tevdîr bê girtin. Qereqol heye, lê tevdîr nayê girtin. Dibêjin çi tê serê kurdan bila bê."    'TÊKOŞÎNEKE TOPYEKÛN ŞERT E'   Emrah Ekîncî jî anî ziman ku çi dikeve ser milê kê divê bike û got: "Di vî warî de çi dikeve ser milê gel û dewletê divê bê kirin. Ev tenê ne meseleyek e ku mirov di warê siyasî de lê mêze bike. Divê em bi vê ferasetê bifikirin û tevbigerin. Çimkî zirara wê ya me hemûyan e. Divê em topyekûn bitêkoşin."    Emîn Guçek jî destnîşan kir ku ya girîng ew e ku hemû dînamîkên bajêr bi hev re li dijî tiryakê rabin û bitêkoşin û Aynûr Gulçekê jî got: "Em newêrin zarokên xwe bişînin derve. Divê her kes warê xwe biparêze. Em fuhûş û tiryakê ji bajarê xwe rekin. Em diwxazin wekî dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê bijî. Em bi hev re bijîn û vê kirêtiyê ji nava xwe bavêjin."    MA/ Şîlan Çîl - Meryem Dundar