Dewleta tirk bazirganiya bi Îsraîlê re bisînor kir! 2024-04-09 11:35:17   ENQERE - Wezareta Bazirganiyê ya dewleta tirk aşkere kir ku îxracata bi Îsraîlê re di 54 komên berheman de hatiye sînorkirin.    Wezareta Bazirganiyê ya dewleta tirk aşkere kir ku îxracata bi Îsraîlê re ji hesinên înşaetê, heta polaya pehn, ji mermer heta seramîkê di 54 komên berheman de hatiye sînorkirin. Biryara sînorkirinê heta agirbest pêk were dê derbasdar be.    Di daxuyaniya ji wezaretê hate dayîn de qala êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê ji 7’ê cotmeha 2023’yan ve didomin hate kirin. Her wiha Wezareta Bazirganiyê bibêje ku “Di rastiyê de, ji demeke dirêj û vir ve destûra firotina tu berhem an jî xizmeteke ku ji bo armancên leşkerî ji bo Îsraîlê bê bikaranîn, ji aliyê welatê me ve nehatiye dayîn û nayê dayîn” jî balkêşe ku di nava berhemên qedexekirî de benzîn û sotemeniya jetê heye.