Hevberdevka HDK'ê Demîr: Divê em encamên hilbijartinê veguherînin biserketineke polîtîk a rêxistinî 2024-04-09 09:27:23   STENBOL- Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr diyar kir ku divê mirov motîvasyona biserketina encamên hilbijartinê, veguherîne biserketineke polîtîk.    Di hilbijartinên 31'ê Adarê de desthilata AKP'ê ku li bajarên Kurdistanê tevî hemû hewldanên binpêkirinê jî bi ser neket. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 3 şaredariyên mezin, 7 şaredariyên bajaran, 58 navçe û 10 bajarok bi dest xistin. Li Wanê jî ku hat xwestin darbeyeke hilbijartinê bê kirin, bi berxwedana gel hat tepisandin.   Dîsa hikûmeta AKP'ê bi armanca ku şaredariyên ku di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de winda kiribûn, bi taybetî li Stenbol û Enqereyê yên li rojava dîsa bi dest bixe, zêdeyî 4 mîlyon deng winda kir û hin şaredariyên bajar, parêzgeh û navçeyan ên ku beriya hilbijartinê bi rê ve dibir, winda kir. û piştî 20 salan cara yekem bû partiya duyemîn li Tirkiyê.   Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr encamên hilbijartinên 31’ê Adarê û encamên wê yên li ser siyaseta giştî nirxandin.   ‘AKP'Ê DERBEKE MEZIN XWAR'   Demîrê diyar kir ku desthilat bi hêviya ku encameke wekî ya hilbijartinên 14-28'ê Gulanê bi dest bixe, amadekariya hilbijartinên herêmî kiriye, lê AKP'ê derbeke mezin xwariya û bi encama hilbijartinên herêmî û di warê siyasetê de paş ve çûye. Demîrê got: “Ber bi hilbijartinê ve krîzeke mezin a aborî hebû, di warê karker û kedkaran de binpêkirinên mezin hebûn û helbet dîmeneke ku kurd li derî vê tabloyê bê hiştin û hin nîşaneyên xeta neteweperest-nijadperest ku heyama berê nehiştibû muxalefet bê cem hev du hebû. Li gel vê êrişên li Sûriye û Iraqê û amadekariyên şer hebûn. Û di encama vê de me dît ku AKP'ê gelek deverên ku di sala 2019'an de bi dest xistibû, winda kirin. AKP li Kurdistanê derbeke mezin xwar û li rojavayê Tirkiyeyê jî muxalefet bi ser ket û AKP di Anatolyaya Navîn de hat asêkirin."    BERTEKA LI DIJÎ HEGEMONYAYA QEYÛM   Demîrê destnîşan kir ku hilbijêrên kurd bi taybet li hemberî binpêkirinên hilbijartinê yên li Kurdistanê, bi armanca parastina vîna xwe helwest nîşanden. Demîrê da zanîn ku hilbijêrên kurd li her derê bi motîvasyoneke ku desthilatdarî winda bike çûne ser sindoqan û got: "Motîvasyona hilbijartinê ya li Kurdistanê di serî de ev bû ku îradeya wan 2 heyaman ji aliyê qeyûman ve hatibû desteserkirin û bajarên Kurdistanê di şertên Rewşa Awarte (OHAL) de bûn. Ji ber vê yekê ev motîvasyon, motîvasyoneke girîng e. Em dizanin ku di roja hilbijartinê de li metropolên Tirkiyeyê bi hezaran kes bi balafir û otobusan sewqî bajarên Şirnex, Colemerg, Amed û Serhadê hatin kirin. Em dikarin bêjin ku berteka gel a wê rojê ya li hemberî hilbijêrên veguhastî û parastina sindoqan, daketina wan a kuçe û kolanan û nîşaneyên hilweşandina hegemonyaya qeyûmtiyê ne."    ENCAMÊN HILBIJARTINÊN GEL   Demîrê, civînên gel ên DEM Partiyê yên piştî hilbijartinên 2023’yan li dar xistibûn bibîr xistin û wiha got: “Di van hevdîtinan de me kêmasiyên xwe yên rêxistinî û her wiha êrişên desthilatê gengeşekirin. Me pêşniyazên gel tomar kirine û me hewl da em kêmasiyên xw etemam bikin. Paşê pêşhilbijartin çêbûn. Bi hezaran mirov daxilî vê pêvajoyê bûn. Ev motîvasyoneke pir girîng û mezin bû. Gelê herêmê di warê diyarkirina namzetê xwe de vîna xwe nîşan da."   BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ   Demîrê diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 3 sal in tu agahî jê nayên girtin veguheriye bertekeke civakî û ev yek bandor li hilbijartinan kiriye. Demîrê bilêv kir ku bi milyonan kes beriya hilbijartinê li qadên Newrozê li dijî şert û mercên tecrîdê rabûna û daxwazên ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bi eşkereyî derketiye holê.    Demîrê îşaret bi wê yekê kir ku tevî van hemû encaman jî desthilat di neçareserkirina meseleya kurd de israr dike û bal kişand ser axaftina Erdogan a şeva hilbijartinê. Demîrê bilêv kir ku çendî piştî hilbijartinê meseleya qeyûm hatibe berterefkirin jî lê wer xuya ye wê di warê siyaseî de zextên li ser tevgera siyasî ya kurd û yên li cem wê bidomin.    ‘KURDAN BERXWEDANEKE MEZIN NÎŞAN DA'   Demîrê diyar kir ku guherandina polîtîkayên şer ên desthilatê yên li hemberî meseleya kurd bi têkoşînê pêkan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yanî desthilata ku me bi hilbijartinên herêmî kir ku paş de gav biavêje, êdî hêza erêkirinê ya ji piraniya civakê winda kiriye. Em dikarin bêjin ku wê piraniya civakê ray nede vê siyaseta şer. Ji bo DEM Partiyê jî, ew e ku dîsa xwe di ber çavan re derbas bike, kêmasiyên xwe tespît bike û nîqaşeke zelal û rêxistinî bike. Ji bilî vê, gelê kurd ku bi salan e bi berxwedaniya xwe ya li hemberî êrişên ku tên kirin bedêlên giran dide, di van hilbijartinan de jî berxwedaneke civakî nîşan da û ji muxalefeta Tirkiyeyê re bû mînak û moral û motîvasyoneke mezin da muxalefetê. Lewma pêwîst e mirov di serdema nû de vê serketina motîvasyonî veguherîne serketineke rêxistinî û polîtîk."    MA/ Îbrahîm Irmak