Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin 2024-04-07 15:53:51   ÊLIH - Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê de ev bang hate kirin: “Divê her dayika li dijî zilmê li cem me cih bigire.”    Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 66’an de didome. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DBP, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatin serdana nobetê.    Di çalakiyê de ji çalakvanan Horî Acar axivî û got ku heta agahiyê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan digirin dê çalakiya xwe bidomînin. Acar, wiha domand: “Deriyên girtîgehan vekin bila kesek li wir nemire. Vê zilmê bi dawî bikin. Edaletê pêk bînin.”    Piştre jî Acar wiha bang li hemû dayikan kir: “Divê her dayika li dijî neheqiyê li cem me cih bigirin.”    Çalakiya nobetê bi gotina stranan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.