AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin 2024-04-07 13:33:15   RIHA - Ji bo xizmê namzetê AKP’ê yê Curnê Reş Aslan Alî Bayik ku pusulayên dengan şewitandibû, biryara girtinê hate dayîn.    Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê yên Curnê Reş a Rihayê de xizmên namzetê AKP’ê yê navçeyê Aslan Alî Bayik pusulayên dengan şewitandibûn. Ji kesên pusula şewitandin 7 jê hatin girtin. Serokê AKP’ê yê navçeyê û xizmên namzetê AKP’ê jî di nav de 13 kes di 2’yê nîsanê de hatibûn binçavkrin. Ev kes şevê din sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji binçavkiriyan 7 jê hatin girtin û 6 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Yek ji kesên hatiye girtin jî xwarziyê namzetê AKP’ê Bayik û namzetê endamtiya meclisa şaredariyê yê di rêza yekemîn de Sabrî Îzol û biraziyên wî Necîp Bayik, Bedîr Bayik û Mahmut Bayik jî hene. Hat zanîn ku kesên hatine girtin şandin Girtîgeha Hejmar 2 ya Sêweregê.    Hat diyarkirin ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê heye.    BIRYARA NÛKIRINA HILBIJARTINAN HATIBÛ DAYÎN    Pusulayên dengan ên sindoqên hejmar 1119 û 1120 ên li Navenda Ciwanan, di şeva 31’ê Adarê de ji hêla komeke ji 50 kesan pêk dihat ku biraziyê namzetê AKP’ê Aslan Alî Bayik ê bi navê Mûstafa Bayik jî di nav de bû, hatin şewitandin. Dîmenên bûyerê derketibûn holê.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredarî bi ferqekî 521 dengan bi dest xistibû û AKP’iyan jî îtîraz kiribûn. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê jî bi hinceta şewitandina pusulayên dengan biryara dubarekirina hilbijartinê dabû. Îtîraza DEM Partiyê ya ji bo Lijneya Hilbijartinê ya Bajar jî hatibû redkirin.    Li ser vê yekê DEM Partiyê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dabû. YSK’ê duh ev serlêdan red kir û biryar da ku hilbijartin di 2’yê hezîranê de were dubarekirin.