Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan 2024-04-07 09:29:41 QERS - Hevşaredarên Dîgorê zend û benda badan. Hevşaredar Ulker Ozatîk ku bi tespîtkirina pirsgirêkan dest bi kar kir got: "Me wêneyê navçeyê girt ku bê di çi rewşê de ye. Û me dest bi cihanîna sozên xwe kiriye ku me dabû gel."  Hevşaredarên Şaredariya Dîgorê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî mazbatayên xwe wergirtin dest bi tespîtkirina pirsgirêkan kirin.   Pir eşkere tê dîtin ku şaredarê AKP'î û qeyûmê ku 2 sal û mehekê li ser şaredariyê bû, tu tişt nekirine. Hevşaredarên DEM Partiyê Ulker Ozatîk û Adem Oyman ku di hilbijartina 31'ê Adarê de bi ser ketin, di 3'yê Nîsanê de mazbatayên xwe wergirtin û dest bi xizmetê kirin.    Şaredar Adem Oyman ku dest bi kar kir, ji aliyekî mêvanan dike û ji aliyê din ve jî ji şêniyên bajêr pirsgirêkên bajêr guhdarî dike. Hevserok Ulker Ozatîk jî li taxan digere û rewşa dawî ya navçeyê tespît dike. Ozatîk ku li taxan digere, behsa tiştên ku dê bikin kir.    Yek ji rawestgehên destpêkê yên Ozatîk goristana li navçeyê ye. Ozatîkê ku goristana veguheriye sergo nîşan da got: "Xizmeta 5 salan a ŞAredariya DÎgorê li ber çavan e. Ev hê ne tu tişt e. Her derê navçeyê wiha ye."    Ozatîkê bal kişand ser cihoka ku di nav navçeyê re derbas dibe û wiha got: "Hundirê wê tije çop e. Ji cesedê heywanan bigire hema bêje her tişt tê de heye. Mirov ji bêhna îdare nake."    Ozatîkê diyar kir ku li navçeyê stargeheke heywanan tune ye û wiha got: “Em difikirin ku ji bo kûçikên derve stargehekê ava bikin. Di dema hilbijartinê de daxwazên welatiyan hebûn ku stargeheke heywanan bê avakirin."   Ozatîkê da zanîn ku avahiya ku berê ji bo Midûriyeta Xurek, Çandinî û Sewalvaniyê ya Bajêr dihat bikaranîn niha betal e û wiha got: “Berê welatiyên ku bi çandinî û sewalkariyê re eleqedar dibûn dihatin vir. Lê niha veguheriye sergo. Em ê di pêş de vê avahiyê li gor daxwazên gel bi kar bînin."    Ozatîkê bi bîr xist ku parlementer û serokên AKP'ê salek berê mizgîniya ku wê li ser qadeke 8 hezar metrekareyî salona sporê ya sergirtî ava bikin û got: "Tevî ku salek derbas bûye jî, ji xeynî danîna hîmê wê tu tişt nekirine. Rast e, pêdiviya navçeyê bê saloneke sporê ya sergirtî heye. Lê ji bo vê qadê dar hatin birîn. Ev, dijminên ekolojiyê ne."    Ozatîkê da zanîn ku ew li taxan digerin û pirsgirêkên sereke tespît dikin û got: “Em ê van pirsgirêkan bi gel re bi awayekî zelal çareser bikin. Em niznain bê di qaseya şaredariyê de çi heye çi tune ye. Tê gotin ku deynê şaredariyê heye. Pêşî, em ê van deynan xal bi xal tespit bikin û bi pankartekê bi şaredariyê ve daliqînin. Yanî em ê soza ku me daye gel bi cî bînin."    WÊ BI MECLISÊN TAXAN PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN   Hevşaredar Adem Oyman jî anî ziman ku ew ê wekî ku di dema hilbijartinê de soz dane gel şaredariyeke li ser esasê demokratîkbûyînê û wekheviyê esas bigirin. Oyman anî ziman ku ew hay ji pirsgirêkên navçeyê hene û wiha got: “Navçe hema bêje bûye gund. Ewilî em ê vê rewşê zelal bikin. Em dizanin barê me giran e. Lê em ê meclisên taxan ava bikin û bi hev re vê yekê bikin."