Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin 2024-04-07 09:17:13 STENBOL - Rojnameger Ferhat Sezgîn ku di dema şopandina nûçeyan de polîsan pozê wî şikand, diyar kir ku ew ê giliyê polîsan bike û got: "Çapemeniya Azad wê ji ser şopa heqîqetê venegere. Em ê li dijî van êrişan her tim li qadan bin." Rojnamevan Ferhat Sezgîn ê li Esenyurta Stenbolê di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û pozê wî hat şikandin, tiştên di bin çavan de rastî wan hatiye ragihandin.    'NEXWESTIN DÎMENÊN ÎŞKENCEYÊ BÊN KIŞANDIN'   Sezgîn diyar kir ku ji bo çalakiya protestoyê y li qada Esenyurtê ya li dijî desteserkirina vîna Wanê hat lidarxistin li wir bûye û got: "Dema girseyê bi çepikan dest bi çalakiyê kir, polîsan ew dorpêç kir. Em rojnamevan jî derketin derî dorpêçê. Dema ku em ji dorpêçê derdiketin, vê carê polîs êrişî kesên li derveyî dorpêçê kirin. Me xwest em dîmenên vê yekê bikişînin. Lê belê polîsan nehiştin dîmenên îşkenceya wan bên kişandin û ji ber vê yekê em hedef girtin. Polîsek hat cem min, got, 'tu çapemenî yî?' Min jî got ez rojnamevan im, vê carê karta min a çapemeniyê xwest. Nehişt ez nansmaeya xwe jî derxim, 4-5 polîs xwe avêtin ser min."   POLÎS: TU ROJNAMEVAN BÎ ÇI KARÊ TE LI VIR HEYE?   Sezgîn anî ziman polîsan kameraya wî şikandiye û got ku dîmenên beriya êrişê tê de hebûne û wiha pê d eçû: “Piştre çêr kirin û ez xistim nava dorpêçê. Min çend caran got ez rojnamevan im, lê guh lê nekirin û destê min kelemçe kirin û ez li wesayîtê siwar kirim. Wê kêliyê pozê min şikiya. Her wiha gelek deverên laşê min jî mor bûne. Dema em li wesayîta binçavkirinê siwar bûn, min got ku ez rojnamevan im û ya hûn dikin bêhiqûqî ye. Wan jî got, 'tu rojnamevan bî çi karê te li vir heye.'"   Sezgîn anî ziman ku piştî binçavkirinê li nexweşxaneya ku ew birinê rapora derbkirinê wergirtiye û got ku îşkenceya polîsan li vir jî dewam kiriye.    'EZ Ê GILÎ BIKIM'   Sezgîn diyar kir ku ew ê giliyê polîsan bike û got: “Em ê bi parêzeran re serî li TÎHV’ê bidin û rapora derbkirinê wergirin. Kamera min hat şikandin, em ê giliyê îşkenceya polîsan bikin. Jixwe rapora me derbkirinê ya nexweşxaneyê heye û em ê bi vê raporê giliyê polîsan bikin."    Sezgîn bal kişand ser pêkanînên bêhiqûqî yên li dijî çapemeniya azad û got: "Çapemeniya Azad wê ji ser şopa heqîqetê venegere. Em ê li dijî van êrişan her tim li qadan bin."