Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin 2024-04-06 21:02:28   MÊRDÎN - Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê, ji ber îtiraza AKP'ê biryar da ku rayên Kerboranê ji nû ve bên hejmartin.    Di hilbijartina 31'ê ADarm de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PArtî) li navçeya Kerboran a Mêrdînê şaredariyê bi dest xistibû. Lê belê piştî îtiraza AKP'ê, Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê biryar da ku ray ji nû ve bên hejmartin. Hat diyarkirin ku wê li Kerboranê ray sibê ji nû ve bên hejmartin.    Di 31'ê Adarê de DEM Partiyê 6 hezar û 559 ray girtibûn û AKP'ê jî tevî 571 hilbijêrên veguhastî 5 hezar û 828 ray girtibûn.