DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin 2024-04-06 16:35:51 BEDLÎS  - DEM Partiyî ku ji bo dengên li Bedlîsê jinûve bên hejmartin xwe li benda biryara YSK’ê digirin, li bajar daxuyanî dan. Parlamenter Huseyîn Olan got: “Ferqa navberê pir biçûk e. Em ê dev ji vê meseleyê bernedin.”  Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de li Bedlîsê namzetê AKP’ê bi ferqekî bi qasî 198 dengan bi ser ket û 2 hezar û 18 deng jî nederbasdar hatin qebûlkirin. DEM Partiyê jî ji bo deng jinûve bên hilbijartin li lijneyên hilbijartinê yên navçe û bajar îtîraz kir lê hatin redkirin. Li ser vê yekê serî li YSK’ê da.    DEM Partiyî li benda biryara YSK’ê ne ku îro civiyaye. Têkildarî mijarê jî li bajar daxuyanî hate dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê Huseyîn Olan, Bêrîtan Guneş û Kamûran Tanhan jî tev li bûn. Kamûran Tanhan di daxuyaniyê de got ku îktîdara li ser olê siyasetê dike, xwe ji hîleyan nade paş.    Tanhan, wiha domand: “Namzetên ji vê kevneşopiyê tên jî bêyî şerm bikin, mazbata girtin. Dizîna îradeya gel bêexlaqî ye, sûc e. Îtîrazên AKP’ê yên li bajarên lê duyemîn derketî hatin qebûlkirin lê yên me nayên qebûlkirin. Fikr û ramanên cuda tune dihesibînin.”   'EM Ê DEV JI VÊ MESELEYÊ BERNEDIN’   Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan jî têkildarî pêvajoya heyî xelkê bajar agahdar kir. Olan, got ku di navbera dengên wan û AKP’ê de ferqekî pir biçûk heye û wiha bi dawî kir: “Em ê dev ji vê meseleyê bernedin. Em bawerin ku xelkê Bedlîsê xwedî li îradeya xwe derketiye. Gelemperiya dengan wergirtin. Hin kesên tenê roja hilbijartinê hatin û dengê xwe dayîn hene. Ev kes qedera vî bajarî diyar dikin. Lewma divê em xwedî li vîna xwe derkevin.”