Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn 2024-04-06 15:47:37   AMED - Li navçeya Bismilê ya Amedê qezaya trafîkê çêbû û 6 jê zarok bi giştî 9 kes birîndar bûn.    Li devera Taxa Tepeyê ya navçeya Bismil a Amedê qezaya trafîkê çêbû. Otomobîla ku Mehmet Sadik Ç. diajot, ji ber sedemeke nediyar ji kontrolê derket û wergeriya. Di qezayê de 6 jê zarok bi giştî 9 kes birîndar bûn.    Li ser agahdarkirinê, gelek komên tenduristiyê û cendirme li cihê bûyerê hatin sewkrin. Piştî mudaxileya ewil M.A (2), H.Ş. (2), A.H. (4), E.Ç. (5), L.Y.Ş (5), N.K. (65), M.A. (39), Y.Ş. (19) û S.Ş. (1) rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.    Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.