Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin 2024-04-06 12:29:53   ŞIRNEX - Hevşaredarên Hezexê bi rakirina kulubeya "ewlehiyê" ya qeyûman danibûn li pêşiya deriyê şaredariyê, dest bi peywirê kirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) di hilbijartinên 31’ê Adarê de Şaredariya navçeya Hezexê bi rêjeya ji sedî 71,27'an bi dest xist. Hevşaredar Dogan Adibellî û Turkan Kayir dest bi peywirê kirin.   Hevşaredarên DEM Partiyî kulubeya "ewlehîyê" ya ku di dema qeyûman de di têketina şaredariyê de hatibû bicihkirin, bi meşîneyên kar dane rakirin.   Hevşaredarê navçeyê Dogan Adîbellî bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal rakirina kulubeyê parve kir û wiha got: “Me kulubeya ewlehiyê ya di dema qeyûman de li ber deriyê şaredariya me hatibû danîn, rakir. Şaredarî mala gelê me ye û gelê me her dem dikare têkevê."