ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN 2024-04-06 09:00:12     * Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku bi encamên hilbijartinên herêmî re Tirkiye ketiye serdemeke nû ya diyalogê û derfetên siyaseta demokratîk û azadîxwaz berfireh bûne. Kurkçu got: "Berpirsiyariya me ew e ku em herî dereng heta sala 2028'an serdema AKP'ê bi dawî bikin."   * Li gel êrişên dijwar û ambargoyê jî efrîniyên li kampên cuda têkoşîna xwe ya ji bo jiyanê didomînin, her tim bi hêviya vegera ser axa xwe tevdigerin.    * Gelê Wanê ku 2 rojan li kolanan bi berxwedaneke mezin vîna xwe parast, diyar kir ku êdî tu kes wê newêribe mudaxileyî vîna wan bike.   * Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar dê li dijî biryara nûkirina hilbijartinên li Xelfetî û Curnê Reş ên Rihayê, li pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyanî bê dayîn. (11.30) / ZINDÎ   * Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bidome. (11.00-17.00)   * Dê çalakiya “Bila Windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” a ÎHD û Xizmên Windakiriyan ên li Amed, Êlih û Colemêrgê bên lidarxistin. (12.00)   * Çalakiya Dayikên Şemiyê dê îro di hefteya 993’yan de li Qada Galatasarayê bê lidarxistin. (12.00)   * Şaxa ÎHD’a Îzmîrê dê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin li pêşiya Sumerbank a Kevin a Konaê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Komîsyına Girtîhan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê çalakiya xwe ya “Rûniştina F” di hefteya 628’an de bidomîne. (13.30)   *Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re dê di hefteya 500’an de li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar dê îro jî bidome. (16.00-20.00)   *TJA dê di çarçoveya çalakiyên 4’ê Nîsanê de li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya li stenbolê pîrozbahiyê li dar bixe. (17.00)