Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê 2024-04-05 18:04:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de, destnîşan kirin ku heya daxwazên wan bên qebûlkirin wê li ber xwe bidin.    Nobeda Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd hat destpêkirin, didome.    AMED   Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re li Amedê hatiye destpêkirin di roja 123’yan de ye. Di nobeta edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Rezanê ya Amedê hatiye destpêkirin de xizmên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.     Reşahat Adar ya di çalakiyê de axivî, wiha got: “Heta ku Serokê me Abdullah Ocalan azad nebe, zarokên me azad nabin. Bila zarokên me bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Heta ku ev yek pêk neyê dê çalakiyên zarokên me bidomin. Dê dest ji doza xwe bernedin. Ez bang li herkesê dikim ku tev li vê têkoşîna mafdar bin. Em heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pey birêz Ocalan û zarokên xwe ne. Ji vir û şunde hewce bike em ê têkoşîna xwe li kolanan bidomînin. Bila cenazeyên zarokên me ji girtîgehan dernekevin.”   JI GIRTÎGEHA JINAN A SÎNCANÊ NAME   Di nobetê de namzeya ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî hate xwendin. Nameya ku ji aliyê jinên girtî ve hatiye şandin wiha ye. Dayikên me jiyana me bi we dest pê kir. Hezkirin û heqîqet bi we dest pê kir. Hûn bûn mamosteyên me yên ewil. Hûn bûn mamosteyên jiyana me. We her tim bi sekna xwe hêz da me. Îro jî li dijî hemû zextan ji sekna we hêzê digirin. Em ê bi saya ruhê we yê berxwedêr û têkoşer serbikevin.   Em azadiyê dixwazin. Em azadiya Serokatiya xwe, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dixwazin. Yekitiya me qasî agirê Newrozê mezin be em jî dê ewqa nêzî azadiyê bin. Em dizanin ku ev têkoşîn bi germahiya dilê we weke agirê Newrozê gur dibe. Berxwedana we ji bo me baweriya herî mezin e. Em jî bi ruhê berxwedanê têkoşîna we silav dikin.”   Hamza Dogrûl ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê ragirtin jî di nameya xwe ya şand de berxwedana dayikan silav kir.    Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi berdewam kir.    ÊLIH    Li Êlihê Nobeta Edaletê ya di avahiyê DBP’ê de hatiye destpêkirin, di roja 64’emîn de berdewam kir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DBP’ê, DEM Partiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek kesan serdana nobeta ku di pêşengtiya TUAY-DER’ê de hatiye destpêkirin bûn. Di nobetê de bang hate kirin ku ji bo tecrîda li girtîgehan têkoşîn bê mezinkirin.   Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Nobeta Edaletê bi stranên hatin gotin bi dawî bû.    WAN   Nobeta Edaletê ya ku li Wanê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 123’yan de li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar berdewam kir. Hevşaredarên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan piştî ku mazbataya xwe wergirtin serdana malbatên di nobetê de kirin.    ‘BI SAYA HEVALÊN ME’    Şedal a li vir axivî, wiha got: “Dîroka Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya dayikan de hatiye destpêkirin îro dest pê nekir. Dayikên me bi laçikên xwe yên spî ji bo avakirina jiyaneke azad demekî dirêj e têdikoşin. Gelek caran jî aştiya civakê dayikan pêk anîn. Îro jî ji bo tecrîda li zindanan were rakirin û pirsgirêka kurd were çareserkirin têkoşîn didome. Berxwedana li zindanan jî berdewam dike. Em berxwedana wan silav dikin. Weke gelê kurd ji bo pirsgirêkên di civakê de çareser bibin demekî dirêj e têdikoşin. Heke îro me serkeftinek bi dest xisti be saya hevalên me yên têkoşer e. Çi bikeve berê me em bi ruhê dayikan soz didin we ku em ê bikin.”   ‘BERSIVEKE MEZIN DAN QEYÛMAN’    Zeydan ê di serdanê de axivî, wiha got: “Me di pêşengtiya gelê xwe de hilbijartinek derbas kir. Gelê Wanê berxwedaneke mezin nîşan da û me temamê 14 şaredariyan wergirt. Gelê Wanê dîrok nivîsand. Ez hemû gelê Wanê pîroz dikim û spasiyên xwe pêşkeşî wan dikim. Ji ber ku me saya wan bi dest xist. Her tim jî me anî ziman ev hilbijartin dê bibe sembola aştiyê û rê li ber aştiyê veke. Di vê oxirê de gelek caran dilê dayîkan şewitî û yekane tişta ku pêdiviya me pê heye aştî ye. Ji ber vê yekê Gelê Wanê bi awayekî zelal daxwazên girtiyan ên di zindanan de û daxwaza gelê kurd di hilbijartinan de nîşan da. Gelê kurd xwest ku pêşî li azadî û aştiyê were vekirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan dê were rakirin û pêşî dê li aştî û muzakereyan were vekirin.”