Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye 2024-04-05 15:00:39   RIHA - Parlamenterê CHP’ê Mahmût Tanal bertek nîşanî biryara nûkirina hilbijartinan a li Curnê Reş da û wiha got: “AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê Şaredariya Hîlwanê winda kir.”   Li navçeya Curnê Reş a Rihayê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredarî bi dest xist. Lê bi îtîraza AKP’ê biryara nûkirina hilbijartinê hate dayîn. Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Rihayê Mahmût Tanal, bertek nîşanî biryarê da.    Tanal ê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyaniya nivîskî weşand, têkildarî biryara ku Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bi hinceta şewitandina kîsên aydê sindoqan û girtekên hilbijartinê wergirt wiha got: “Ev bûyer bi armanca ku hilbijartin were betalkirin ji bo delîlan biafirînin hate kirin.”   ‘DIVÊ LÊPIRSÎN WERE DESTPÊKIRIN’    Tanal, bi gotinên “Ev çalakî bi organîzeyî ye, plankirî ye, birêxistine, sûcekî ku armanca wî diyar e” bertek nîşan da. Tanal, di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê Şaredariya Hîlwanê winda kir. Aşkereye ku şewitandina pisûlayan û dengan bi kêrî kê tê. Divê derbarê van kesên li Hîlwanê polîs derbkirin û ji bo ku hilbijartin were betalkirin deng şewitandin demildest lêpirsîneke berfireh û bibandore were destpêkirin.”