54 jinên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-04-05 09:35:56   STENBOL - 54 jinên ku duh li navçeya Kadikoyê bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Jinên ku bi banga Jin Bi Hev Re Hêz in (KBG) ji bo berxwedana li Wanê ya li dijî xespa hilbijartinê derket holê pîroz bikin, li ber Operaya Sureya ya li navçeya Kadikoy a Stenbolê hatin bahev, duh bi lêdanê hatibûn binçavkirin. 54 jinên ku hatibûn binçavkirin duh bi şev piştî karûbarên wan ên li miduriyeta polîsan bi dawî bûn hatin berdan.