Li Amedê piştî şahiyê 9 kes hatin binçavkirin 2024-04-05 08:12:18   AMED - Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê şahiyek li dar xist. Piştî şahiyê tevî endamên PM û hunermendan, 9 kes hatin binçavkirin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê bi tev li bûna hezaran kesan li pêşiya avahiyê xwe yê bajar şahiyek li dar xist. Piştî şahiyê bi coşeke mezin derbas bûye, polîsên ku nehiştine girse derkeve derve, ciwanan jî yek bi yek ji qadê derxistin.     Girse piştî demeke ji ablukayê derket û polîsan gelek kes binçav kirin. Endamên Meclisa Partiyê yên Partiya Herêmên Demokrastîk (DBP) Elîf Turan, Bariş Ekîncî û Hunermend Adil Arslan jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.