Li Colemêrgê ji 44 kesên hatibûn binçavkirin 18 hatin girtin 2024-04-05 08:10:22 COLEMÊRG - Li Colemêrg û Geverê ji 44 kesên hatibûn binçavkirin 18 hatin girtin   Protestoyên ji ber nedayîna mazbataya Abdûllah Zeydan ê weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin belavî bajarên bakurê Kurdistanê bûbûn. Êvara 2’yê nîsanê li navenda Colemêrgê û navçeya wê ya Geverê bi hezaran kesan dest bi çalakiya protestoyê kiribû.    44 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Di protestoyên hatin kirin de li Colemêrgê 15, li Geverê jî 29 kes hatibûn binçavkirin. Hate diyarkirin ku ji kesên 3 roj in di bin çavan de ne 14 zarok in. Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin rastî mûameleya xerab û lêdanê hatine.    LI GEVERÊ 14 CIWAN HATIN GIRTIN    Piştî ku li Miduriyeta Polîsan a Geverê îfadeyên wan hatin wergirtin, “B.Ş, A.K, A.K, B.K, K.Ş, H.Ç, Y.E.A, E.H, B.T, T.A.A” yên temenê wan di bin 18 salî de bûn hatin berdan. 18 kesên din piştî îfadeyên wan ên miduriyeta polîsan sewqî Serdozgeriya Komarê ya Geverê hatin kirin. Dozgeriyê 18 kes bi îdiaya “zirar dane malê cemaweriyê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Nobedar a Geverê hatin kirin.  Dadgeriyê ji ciwanan 4 berdan, derbarê Bîrkan Tatli, Kamûran Ogmen, Polat Baltaci, Emrah Ozçuk, Mugdat Ernas, Abdûrrahman Olmez, Azad Şedal, Îrfan Akbaş, Îsmaîl Karay, Veysel Sure, Îlhan Orbeyî, Nîhat Vardar, Dundar Baltaci û Bîrhat Şedan de biryara girtinê da. 14 ciwanên hatin girtin, şandin girtîgehên bajarên derdorê.    LI COLEMÊRGÊ 11 KES HATIN BERDAN   Li Colemêrgê ji 15 ciwanên di bin çavan de 5, piştî wergirtina îfadeyên wan ên Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê ya di 3’yê nîsanê de hatibûn berdan. Ji 10 ciwanan 6 jê sewqî Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê hatibûn kirin. Ji 6 ciwanên ku di 4’ê nîsanê de îfadeyên wan hatin wergirtin 2 bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Mazlûm Pala, Mûrat Dûran, Sabahattîn Sakîroglû û Adem Çîçek ên îfadeyên wan ên li miduriyeta polîsan dereng xelas bûn sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê her 4 ciwan bi îdiaya “zirar dane malê cemaweriyê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Colemêrgê kirin. Dadgehê jî bi heman îdiayê biryar da ku her 4 çare ciwan bên girtin.    Li gel biryara hatiye dayîn di berxwedana tevahiya bajêr de bi komî 18 kes hatin girtin. Ciwanên hatin girtin sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê hatin kirin.