Çalakvanên Nobeta Edaletê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin 2024-04-04 16:34:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye desptêkirin, di çalakiya îro de rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, îro jî li gelek bajaran berdewam kir.    WAN   Nobeta Edaletê ya ku li Wanê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 122’yan de li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar berdewam kir. Gelek xizmên girtiyan tev li nobetê bûn. Bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan paste hate birîn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.   ‘EM LI WANÊ PIR MEZIN BI SER KETIN’   Vasfiye Kiye di nobetê de axivî û got ku xelkê Wanê du rojan berxwedaneke mezin raber kir. Kiye, wiha domand: “Me barê li ser milê xwe avêt û ji qeyûm re got ‘na.’ Me bajarê xwe azad kir. Dora azadkirina birêz Ocalan û hemû girtiyên berxwedêr e. Heke em bibin yek û berxwedana xwe bidomînin, dê rojên geş û xweş bibînin. Ne tenê li Wanê, em li her derê bi ser ketin. Heke me ev têkoşîn nemeşanda dê her derê ji me bistînina. Em ê bibin yek û bi ser kevin. Dê birêz Ocalan azad bikin.”    Piştre jî dayikan pasteya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan birîn.    AMED   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina DBP’a Rezanê ya Amedê hatiye destpêkirin di roja 122’yan de berdewam kir. Xizmên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.    Di çalakiya îro de xizmên girtiyan 75’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û wiha gotin: “Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz be. Heta ku em encamê bi dest dixin dê têkoşîna me bidome.” Her wiha di çalakiyê de dirûşmên “Rojbûna te pîroz be ey Serokê min” û “Rojbûna te pîroz be ey Serokê neteweyî” hatin berzkirin. Di çalakiyê de Bedrî Soylu wiha got: “Bila tecrîda li ser Rêbertiyê bi dawî bibe. Bila guh bidin gotinên Serokê me. Heta em agahiyekî jê digirin dê têkoşîna me bidome. Îktîdar, edaletê naxwaze. Em edalet û aştiyê dixwazin.”    MÊRDÎN    Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin jî di roja 88’an de berdewam kir. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan nobet domandin û stranên berxwedanê hatin gotin. Rojeva çalakvanan rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû û her wiha berxwedana xelkê Wanê jî hate silavkirin. Çalakvanan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.   Ji Dayikên Aştiyê Sûltan Acibuca gotin ku ew rojbûna Abdullah Ocalan pîroz dikin û daxwaza azadiya Ocalan û girtiyan dikin. Acibuca got ku gelê kurd girêdayî hev e û heta Abdullah Ocalan azad nebe, dê tevahiya kurdan di tecrîdê de bên ragirtin. Acibuca wiha domand: “Em dixwazin Serokê me demek beriya demekî were berdan. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Êdî bes e.”