Di Girtîgeha Kurkçulerê de hewldana provakasyona alê 2024-04-04 16:27:42   EDENE - Girtiyên di Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulera Edeneyê de tên ragirtin destnîşan kirin ku rêveberiya girtîgehê hewl da ku bi alê re provakasyonekî pêk bîne.    Girtiyên di Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê tên ragirtin, derbarê binpêkirinên mafan ên ku rast hatine de ji malbatên xwe re axivîn. Girtî ev agahî parve kirin: “Bi armanca provakasyonê ala tirk li korîdoran cih kirin. Ji ber em ketine grevên birçîbûnê, di sînorên herî jor de me ceza dikin. Di nava cezayên ragihandinê de name, faks û telefon hebû, lê belê televîzyonê jî tev li vê zêde kirine. Heke hevalekî yê di odeya me de cezayê ragihandinê bigire, hevalê li cem wî jî hemen cezayî digire. An jî ji ber heval di odeyê de dimîne, televîzyonê ji odeyê derdixin.”