Şaredarê AKP’î piştî ku hilbijartin winda kir, pereyê alîkariyê bi paş ve kişand 2024-04-04 15:57:34 WAN - Şaredarê Artemêtanê yê AKP’î Îsmaîl Say lîmîta qertên danûstandinê yên bi armanca alîkariyê beriya hilbijartinê dabûn malbatên xizan, piştî ku hilbijartin winda kir, bi paş ve kişand.    Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaredariya Artemêtanê ya Wanê bi dest xist. Lê bi hinceta ku namzetê HDP’ê bi KHK’ê hatiye îxrackirin mazbata dan Îsmaîl Say ê AKP’î. Say ê beriya hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an qertên danûstandinê dan malbatên xizan, piştî ku hilbijartin winda kir lîmîta qertan bi paş ve kişand.    ‘JI BO HILBIJARTINÊ BÛ, BAŞ E KU BI SER NEKET’    Gelek kes îro çûn markete û xwestin bi qertan danûstandinê bikin lê rêveberên marketê malbat agahdarkirin ku lîmîtên qertan ji aliyê şaredariyê ve hatine kişandin û pere tê de nemane. Jineke ku xwediyê qertê ye wiha axivî: “Beriya niha ji bo alîkariyê me serî li şaredariyê dabû. Hezar lîre li qertê me yê mehane dihate barkirin û me bi vî pereyi danûstandin dikir. Hezar lîreyê ku beriya hilbijartinê li qertên me hatibûn bar kirin, roja piştî hilbijartinê bi paş ve hatiye kişandin. Em weke malbatan îro çûn markete lê ji me re gotin ku pereyê di qertan de bi paş ve kişandine. Demek alîkariya wan ji bo hilbijartinê ye. Baş e ku nehatiye hilbijartin.”   ‘MEXDURIYET DÊ JI HOLÊ BÊN RAKIRIN’    Hevşaredarê Artemêtanê yê DEM Partiyî Cemîl Komî jî bertek nîşanî mexdurkirina malbatan da û wiha got: “Dema ku me mazbata wergirtin êm bi hevalên xwe re nirxandinekê bikin û malbatên mexdûr di cih de tespît bikin. Em ê pêdiviyên wan bi cih bînin. Em ê gelê xwe muhtacî kesî nekin. Bi vî rengî niyeta qeyûm ê AKP’î ku ji bo serkeftina hilbijartinê serî li vê rêya bêexlaq da, derket holê. Ev yek kurteberiya feraseta AKP’ê ya ji bo alîkariyê ye. Bila gelê me rehet be, em ê bi wan re hemû pirsgirêkên xwe tespît bikin û çi hewce bike em ê bikin.”