Hevşaredarên Wanê tev li paqijkirina kolanan bûn 2024-04-04 15:43:14   WAN - Hevşaredarên Wanê ku piştî berxwedana du rojan mazbata wergirtin, tevî nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gel kolan û cadeyên navenda bajar paqij kirin.    Piştî îadekirina mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Abdullah Zeydan, li rexekî pîrozbahî didomin li rexa din jî kolan û cadeyên bajar tên paqijkirin.    Di pêvajoya berxwedana du rojan de li gelek deverên bajar gilêş û qalikên gazê mabûn. Hevşaredar, gel û nûnerên rêxistinên civaka sivîl dest bi paqijkirina wan kir. Xelkê Wanê ku bi berxwedanê xwedî li îradeya xwe derket, Rêxistina DEM Partiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, heşvaredarên Rêya Armûşê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl li tevahiya kolan û cadeyên bajar dest bi paqijiyê kirin.    Gel jî tev li serferberiya paqijiyê bû.