Yildirim ê piştî 30 salan hatiye berdan: Îro rojek ronî ye 2024-04-04 14:53:53 ÎZMÎR - Abdulbarî Yildirim ê piştî 30 salan, di roja rojbûna Rêberê PKK’ê de ji Girtîgeha Şakranê hatiye berdan wiha axivî: “Îro rojek pîroz û ji bo hemû gelan rojeke ronî ye.”   Abdulbarî Yildirim (61) piştî 30 salên girtî, ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Şakrana Îzmîrê hate berdan. Xizm û endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yildirim li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin. Girseya Yildirim li pêşiya deriyê girtîgehê girtine, derbasî avahiyê rêxistina navçeya DEM Partiyê ya Bayrakliyê bûn. Dehan welatî li pêşiya avahiyê rêxistina navçeyê Yildirim bi çepik û tililiyan pêşwazî kirin.    ‘EM JI BO AZADIYÊ HATIN GIRTIN’   Yildirim li vê derê anî ziman ku ew ji ber azadiya gelê kurd xwestine, hatine girtin. Yildirim bi bîr xist ku ew di hundir de jî têkoşînê mezin kirine û ev tişt gotin: “Em di girtîgehê de, xwedî li nasnameya xwe derketin. Gelê me rûmeta me ya ku em jê hêz digirin e. Em ê parastina rûmeta xwe bidomînin.”    ‘4’Ê NÎSANÊ ROJEKE RONÎ YE’   Yildirim bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê gelê kurd li hundir û derve, têkoşînê mezin bike. Yildirim rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha pê de çû: “Îro rojeke pîroz û ji bo hemû gelan rojeke ronîn ye. Em di vê rojê de pêşeroja xwe dibînin. Ez hevî dikim ku Abdullah Ocalan bi tevahiya gelan re rojbûna xwe pîroz bike.”    Yildirim destnîşan kir ku berdana gelek girtiyan, ji ber hincetên keyfî tê astengkirin û anî ziman ku girtî tevî ku dema xwe ya girtinê temam kirine jî nayên berdan. Yildirim da zanîn ku di girtîgehan de sepanên keyfî tên meşandin û wiha got: “Me wek girtî van sepanan qebûl nekir û em ê qebûl nekin .”   DERBARÊ YILDIRIM DE    Abdulbarî Yildirim di 15’ê mijdara 1993’yan de hate binçavkirin û piştre jî hate girtin. Yildirim ji hêla Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê hate darizandin û bi hinceta “endamtiya rêxistinê” cezayê muebetê lê hate birîn.    Înfaza Yildirim ê diviya 15’ê mijdara 2023’yan bihata berdan, ji ber ferzkirina “poşmantiya” Lijneya Îdare û Çavdêrî ya Girtîgehê qebûl nekir, 6 meh hate taloqkirin. Hemû diranên Yildirim ji ber îşkenceya ku dîtibû şikestin û ketin. Yildirim di lîsteya “Girtiyên Nexweş ên Giran” a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Yildirim di pêvajoya 30 salên girtî de bi nexweşiya mîde, farenjît, mîgre, fitiqa piştê, tansiyona bilin û gelek nexweşiyan ket.