Bîlançoya du rojan a Wanê 2024-04-04 14:16:39   WAN - Di çalakiyên protestoyê yên du rojan de nêzi 350 kes hatin binçavkirin, ji 400 kesan zêdetir kes ji ber tundî, guleyên plastîk, avêtinê bombeyên xaza îsotê ji cihên cuda ên bedenên xwe birîndar bûn.    Li dijî darbeya hilbijartiya ya AKP’ê li Wanê di du rojan de hezaran welatî daketin kolanan û çalakiyên protestoyê li dar xistin. Di çalakiyên protestoyê de li gorî agahiyên bi dest ketine ji zêdetirî 400 kes birîndar bûn, zêdetirî 350 kes jî hatin binçavkirin. Midûriyeta polîsan a Wanê û qereqolên bajar bi binçavkiriyan tije bûn. Polîsan dest bi girtian îfadeyên binçavkiriyan kir. Îro serê sibê 60 kes piştî karûbarên îfadeyê, yên emniyetê, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger bi daxwaza girtinê 26 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeriya Cezayên Giştî kir. Dadgerî biryara girtina 27 kesan da.    BINÇAVKIRÎ TÊN ŞOPANDIN   Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Wanê maseya kirîzê ava kirin û pêvajoya hiqûqî ya binçavkiriyan dişopînin. Savaş Avci ê derbarê geşedanan de hin agahî parve kirine wiha got: “Kesên di pêvajoya çalakî û xebatên hatine kirin de hatine binçavkirin wek hiqûqî têne şopandin. Giliyên di çarçoveya muameleya xirab û îşkenceyê de hatine kirin, tên şopandin. Nihe gelek kesên ku di binçavkirinan de birîndar bûne û rastî îşkenceyê hatine hene. Em wek hiqûqnas dê birîndarbûnên ji ber tundiya bêpîvan bişopînin û dê muameleya xirab û îşkenceyê gilî bikin.”