Hem tundî lê kirin hem jî bi îdiaya ‘tundiyê’ derheqê wan de lêpirsîn vekirin 2024-04-04 14:15:50   EDENE - Li Edeneyê 6 welatî di çalakiya piştevaniya bi Wanê re de rastî tundiya polîsan hatibûn. Derheqê her 6 welatiyan de bi îdiaya “tundî li polîsan kiriye” lêpirsîn hate destpêkirin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê di 2’yê nîsanê de ji bo piştevaniya bi xelkê Wanê re xwest daxuyaniyê bide lê rastî êrişa polîsan hat. Di êrişê de tundî li kesên beşdarî daxuyaniyê bûn hate kirin. Li ser giliyê polîsan, Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê derheqê kesên beşdarî daxuyaniyê bûyîn de bi îdiaya “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîn de sedozgeriyê derheqê gelek kesan de ji Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Edeneyê biryara binçavkirinê da derxistin.    3 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Piştî biryarê jî polîsan bi ser malên Mehmet Bayna, Firat Turgay û kesekê navê wî nehat zanîn de girtin û binçav kirin. Her wiha ji bo îfadeyê bang li Ramazan Şanci, Umut Ozşîmşek û kesekê navê wî nehat zanîn hate kirin. Îfadeyên her 6 kesan li Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê hatin girtin û tawanbariya “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” hate kirin. Piştî karûbarên îfadeyê jî her 6 kes hatin berdan.    GILIYÊ POLÎSAN KIRIN   Di îfadeyê de polîsan ev pirs kirin: “Hûn tev li çalakiyê bûn an na? We dirûşm berz kirin an na? Çalakî ji hêla kê ve hat birêxistinkirin? Tevî hişyariya hêzên ewlekariyê jî hûn çima belav nebûn? We bi pêhnan, bi çoyên alayan, bi kulman û bi muqawemetê peywira polîsan asteng kir an na?” Welatiyan jî gotin ku ew rastî tundiya polîsan hatine, tu kes derb nekirine û peywira tu kesî asteng nekirine û tawanbariyên heyî red kirin. Her wiha her 6 kesan jî gotin ku ji polîsên tundî li wan kirine gilîdar in.    ÇI BÛBÛ?    Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê di 2’yê nîsanê de xwest bi boneya piştevaniya bi Wanê re li Parka Înonuyê daxuyaniyê bide. Daxuyanî hate dayîn û dema girse bi dirûşman vedigeriya avahiya partiyê, polîsan pêşî lê girtin û derb kirin. Tevî hewldanên astengkirinê jî girse heta pêşiya avahiya partiyê meşiya. Polîsan bi guleyên plastîkê êrişî welatiyan kirin. Di vê kêliyê de rojnameger jî hatin astengkirin û polîsan welatiyên sivîl derb kirin. Di dema êrişê de Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr ji serê xwe birîndar bû, gelek kes ji ber derbkirinê birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.