Kahyaoglu yê bi derbkirinê hatibû binçavkirin jiyana xwe ji dest da 2024-04-04 12:50:11   STENBOL - Serhat Kahyaoglu yê di navçeya Fatîhê de bi derbkirinê hatibû binçavkirin, jiyana xwe ji dest da. Hevalê Kahyaoglu yê pê re hatibû binçavkirin wiha got: “Polîs bi awayeke giran wi derb dikirin. Serhat bi gotina ‘li min nexin’ qêr dikir. Dema ku 15 deqe şûn de ew anîn cihê ku ez lê dihatin ragirtin, Serhat miribû.”   Serhat Kahyaoglu yê di şeva hilbijartinên 31’ê adarê de bi demanceyê ji paceya xwe gule berdabû hewayê bi derbkirinê hate binçavkirin. Kahyagolu jiyana xwe ji dest da.    Li gorî agahiyên nûçeya Sozcuyê, Serhat Kahyaoglu ji paceya mala xwe bi demanceyê gule berdan hewayê. Li gel giliya cîranan, polîs hatin û xwestin Kahyaoglu binçav bikin. Di navbera polîs û Kahyagolû û hevalê pê re N.G. gengeşî derket. Piştre polîseke din Kahyaoglu bi darê darê zorê xist wesayîtekê û ji cihê bûyerê dûr xist.    ÎDIAYA POLÎSAN: XWE KUŞT   20 deqe piştî vê yekê ji xizmekî Serhat Kahyaoglu re hat gotin ku Kahyaoglu di Nexweşxaneya Dewletê ya Samatyayê de jiyana xwe ji dest daye. Polîs îdia kirin ku Kahyaoglu ji bo ku xwe bikuje xwe ji qata 4’emîn a avahiyekê de avêtiye xwarê. Saziya Tipa Edlî otopsiya Serhat Kahyaoglu temam kir û diyar kir ku di laşê Kahyaoglu de gelek şopên derbkirinê hene. Têkildarî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîn da destpêkirin. Îfadeyên şahidên bûyerê hatin girtin. Hat zanîn ku derbarê polîsê ku Kahyaoglû binçav kiriye de tu kirarî nehatine kirin.    BI GOTINA ‘LI MIN NEXIN’ QÊR DIKIR’   Hevalê N.G. yê ku pê re hat binçavkirin derbarê bûyerê de wiha got: “Dema ku Serhat ji malê derdixistin min dît ku wî derb dikin. Bi awayekî giran derb dikirin. Serhat bi gotina ‘li min nexin’ qêr dikir. Dema ku ew anîn cihê ku ez lê dihatim girtin, Serhat miribû. Dilê wî sekinî bû. 3 polîs bi kaşkirinê ew anîn.”    Bavê Kahyaoglu Suat Kahyaolu jî wiha got: “Kurê min kuştina bi îşkenceyê heq nekir.”