Rêveberiya Xweser: Tirkiye li herêmê pêşiya DAIŞ’ê vedike 2024-04-04 12:27:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta tirk ji bo xerakirina îstîqrara herêmê pêşî li hucreyên DAIŞ’ê vedike û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên dewleta tirk xwedî seknekî zelal bin.    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta tirk ên l dijî herêmê daxuyanî da.    Li gorî nûçeya ANHA’yê, Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de got ku dewleta tirk hewl dide bi êrişên xwe yên li dijî herêmê hewl dide têkçûna xwe ya navxweyî û derveyî welat veşêre.    Rêveberiyê diyar kir ku êrişkirin û hedefgirtina herêmê û şêniyan, sûcekî şer e nemaze ku li herêmê îstiqrareke balkêş çêbûye hemwextî operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên ewlekariyê yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê û piştevanên rêxistina terorîst.   ÊRIŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊ ŞERMEZAR KIR   Bi domdarî Rêveberiya Xweser diyar kir ku di serî de dewleta tirk, hêzên ku piştevaniya DAIŞ’ê dikin, destkeftiyên wan ranagirin lewma êrişî herêma wan dikin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êrişên li dijî herêmê şermezar kir û got ku Tirkiye bi tevahî rêbazan hewl dide îstiqrara li herêmê têk bibe ji bo ku rê li pêşiya şaneyên DAIŞ’ê û hêzên dijberî herêmê veke da ku vê îstiqrarê têk bibin.   BANG LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ KIR   Her wiha rêveberiyê bang li hêzên ku dixwazin îstiqrar li herêmê pêk were û destkeftiyan biparêzin kir ku helwestên diyar û zelal li hemberî êrişa dewleta tirk nîşan bidin. Rêveberiyê diyar kir ku bangewaziyên wê yên têkildarî xetereya DAIŞ’ê rast in û bal kişand ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Moskovê. Rêveberiyê, geşedanên heyî weke xetere nirxand û daxuyand ku ji ber wê divê civata navneteweyî stratejiyeke cidî diyar bike û bi Rêveberiya Xweser re hevkar be ji bo ku jêderên terorê tune bikin.   Rêveberiya Xweser di dawiyê de soz da ku bi tevahî rêbazan destkeftiyên gel û pêkhateyên herêmê biparêzin û îstiqrarê li herêmê û hêviyên gel di demokrasî, edalet û wekheviyê de pêk bîne.