Kadîr Înanir ji nexweşxaneyê tabûrcî bû 2024-04-04 11:34:48   STENBOL - Hunermend Kadîr Înanir piştî tedawiya xwe ya li nexweşxaneyê ji nexweşxaneyê hate tabûrcîkirin.    Hunermend Kadîr Înanir di 24’ê adarê de li mala xwe ya Beykoz a Stenbolê aloz bû û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Umraniyeyê. Înanir ji bo tevdîrê hatibû entûbekirin. Piştî tedawiya wî baş derbas bûyî jî di 27’ê adarê de ekstube bûbû û di 1’ê nîsanê de ji beşa çavdêriya awarte hatibû derxistin û biribûn servîsê.    Înanir ku rewşa wî roj bi roj baştir bû, ji nexweşxaneyê hate tabûrcîkirin. Lê belê dê pêvajoya rehabîlîtasyonê bidome.