Li Edeneyê polîs jinekî ducanî derb kirin 2024-04-04 10:53:23   EDENE - Li Yuregîrê ji ber hilbijartinên keyatiyê di navbera du komên hevrik de şer derket. Polîsên ku bi xaza îsotê û copan mudaxileyî bûyerê kirine, jineke ducanî jî derb kirin.    Duh li Taxa Yamaçliya girêdayîn navçeya Yuregîra Edeneyê, de di navbera du komên hevrik ji ber hilijartinên keyatiyê şer derket. Polîsên ku bi xaza îsotê û copan mudaxileyî şer kirine, kesên ku tev li bûyerê bûne di nava kolanê de derb kirin. Tundiya polîsan ji hêla welatiyekê ve hate qeydkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku dehan polîs mudaxileyê li her du koman dikin, tevî jinek dikeve erdê jî hem jîn hem jî zilamê ku xwe ji bo jinê dike mertal hatin derbkirin.    Kêliyên ku welatî dîmenan qeyd dike de gotinên polîs ên ku dibêje, “Bigire telofonê lawo. Tu çi dikêşî lawo” tê bihîstin.    DEM PARTIYÎ JÎ RASTÎ TUNDIYÊ HATIN   Piştî ku li Wanê hewldana xespkirina îradeya gel rû da, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê xwest daxuyanî bide. Tevî hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr, gelek kes rastî tundiya polîsan hatin. Herwiha li navçeya Seyhanê jî dema ku du ciwan di navbera xwe de suhbet dikirin û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan rexne dikirin jî ji hêlan polîsan ve hatine sekinandin û piştre di nava kolanê de rastî tundiya polîsan hatin.